Waliyê Mûşê gundê ku Saglam lê bê definkirin ketin û derketin qedexe kir

img
MÛŞ - Walîtiya Mûşê gundê ku cenazeyê Zehra Saglam a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa T a Oltu çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, lê bê definkirin, ketin û derketin ji çûn û hatinê re qedexe kir. 
 
Zehra Saglam a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha tipa T a Oltu ya Erziromê çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, vê carê eskeran cenazeyê wê desteser kirin. Cendirmeyên ku cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Erziromê girtin, birin navçeya Gimgimê. Eskeran hiştin ku tenê maşîneyek ji malbatê cenaze bişopînin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û parlamenterên HDP'ê Şevin Coşkun, Dîlan Dirayet Taşdemir, Musa Farisogullari, Erdal Aydemir, Abdullah Koç û Namzetê Hevşaredariya Çewlikê Hişyar Ozsoy li Gimgimê ji bo cenaze wergirin rawestîna xwe berdewam dikin. Tê payin ku cenazeyê Saglam li Gundê Xinzor ê Gimgima Mûşê bê definkirin. Beriya ku cenaze bibin gund Walîtiya Mûşê ji niha de ketin û derketina gund li çûn û hatina welatiyan qedexe kir. Walîtiyê bi idîaya dê di cenazeyê Zehra Saglam de çalakiyên provokatif pêk bên ketin û derketina gund qedexe kiriye.