Li Wanê welatî ji bo Zehra Saglam meşiyan

img
WAN – Li Wanê, welatî ji bo Zehra Saglam a bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî, meşiyan.
 
Welatiyên Wanê ji bo Zehra Saglam a bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullha Ocalan li Girtîgeha Tîpa T a Oltû dawî li jiyana xwe anî, meşiyan. Li Taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê girseyê, ji bo Leyla Guven a 137 rojin di greva birçîbînê deye pankart vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Girse heya Taxa Esenler meşiya.
 
Parlementera HDP’ê Mûazzez Orhan a beşdarî meşê bû, nîşaneya serkeftinê li welatiyên derketibûn pençeryan li ba kir û piştgirî xwest.