Namzetên Şaredariya Colemêrgê projeyên xwe eşkere kirin

img
COLEMÊRG - Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Colemêrgê Seher Kadiroglu Ataş  û  Cîhan Karaman, projeyên xwe ji raya giştî re eşkere kirin.
 
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hevşaredarên Colemêrgê Seher Kadiroglu Ataş û Cîhan Karaman, projeyên xwe ji raya giştî re eşkere kirin. Civîna danasîna projeyê li salona konferansa avahiya KESK’ê hat lidarxistin. Namzet Sehar Kardiroglu Ataş û Cîhan Karaman, rêveberên HDP û DBP’ê, nûnerên STK, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî civînê bûn.
 
Namzeta hevşaredariyê Ataş, axaftina vekirinê ya civînê kir û wiha  got: “Bê navber me xebatên xwe yên hilbijartinê bi rêve birin û em xebatên xwe dewam dikin. Bi mehane em mal bi mal, tax bi tax digerin û ji welatiyan re civînan li dar dixin. Em di encam van civînan de projeyên xwe amede kirin.”
 
Piştî axatina Ataş projeyên namzetan yek bi yek hatin vegotin.