Li Newroza Stenbolê peyama hevpar: Em berxwedana zîndanan girsettir bikin

img
STENBOL – Li Newroza Stenbolê peyamek hevpar hat dayîn û wiha hat gotin: “Tişta dikeve ser milê me ji bo em tecrîdê bişikînin, em biryardariya kesên bedena xwe dane ber birçîbûnê girsettir bikin.” Girtiyan jî di peyama xwe de got heta tecrîd ranebe dê dest ji çalakiya xwe bernedin. 
 
Newroza Stenbolê ya bi şîara “Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin” bi coşek mezin dewam dike. Metna hevpar a ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê ve hatibû amadekirin bi kurdî û tirkî hat xwendin. Metna kurdî endama Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re Nuran Ugur xwend. 
 
‘HETA TECRÎD Û FAŞÎZM TÊK BIÇE BERXWEDAN’ 
 
Di metna kurdî de wiha hat gotin: “Em tecrîdê bişîkinin. Faşîzmê têk bibin. Em li dijî faşîzmê hêrsa xwe bikin agirê Newrozê. Îro em bi sed hezaran kesên li vir kom bûne li dijî zilm û faşîzma AKP-MHP’ê ne. Cejna hemû gelên bindest a Newrozê pîroz be. Faşîzma AKP-MHP’ê ji şer, xwîn rijandinê û zilmê re razemeniyê dike.  Em ê zilma li ser cenazeyên Zulkuf Gezen û Ayten Beçet û gelek hevalên xwe din ji bîr nekin. Em kok, şax û pelên herî kevnare yên vê axê ne. Faşîzm tenê pirsgirêka we ya bekayê ye. Zivistana dijwar belav bû û em gellek nêzî biharê ne. Bi milyonan kesên qadên Newrozê tije kirin hemûyan bi yek dengî got ‘em hemû Leyla ne.’ Em ê faşîzmê ji hev parçe bikin, tecrîdê bişikînin û rojên xweş li pêşiya me ne. Tişta dikeve ser milê me ji bo em tecrîdê bişikînin, em biryardariya kesên bedena xwe dane ber birçîbûnê girsettir bikin.
 
Em carek din qîr dikin û dibêjin An Azadî An Azadî! Newroz Pîroz Be!”
 
‘EM Ê XWEDÎ LI ZAROKÊN XWE DERKEVIN’ 
 
Piştî metna hat xwendin Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê derketin ser dikê û gel silav kirin. Dayik Turkiye Bozkurt axivî û got: “Em di şexsê berxwedana Leyla Guven de Newroza her kesî pîroz dikin. Em hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de silav dikin. Gelê kurd ev çend sal e ji Serokatiya xwe agahî nagire. Em li vir carek din bang li rayedaran dikin. Em ê xwedî li zarok û aştiyê derkevin. Divê gelê me yê hêja xwedî li nirxên xwe derkeve. Heta tecrîd ranebe dê berxwedana greva birçîbûnê jî bi dawî nebe. Em ê hemû bi hev re li ber xwe bidin.” 
 
Piştî axaftina Bozkurt nameya girtiyên di greva birçîbûnê de ye hat xwendin. 
 
‘HETA TECRÎD RANEBE WÊ BERXWEDANA WEK AGIRÊ NEWROZÊ GEŞ BIBE’ 
 
Nameya girtiyan wiha ye: “Silav ji gelê me yê ji bo azadî û demokrasiyê li refên pêş li ber xwe didin. Em wwe bi coşa û kelecana agirê Newrozê û ruhê şoreşê silav dikin û Newroza we pîroz dikin. Newroz berxwedana bihara gelan e û navê qîrîna berxwedanê ye. Em di zîndanan de bi coşa geşkirina agirê Newrozê dijîn û li ber xwe didin. Heta tecrîd neyê şikandin dê tu kes nikaribe çalakiya me bişikîne û wê bu ruhê agirê Newrozê geşttir bibe. Rê û rêbaza demokratîkbûna Tirkiyeyê Birêz Abdullah Ocalan bi xwe ye. Heta konsepta li ser Birêz Abdullah Ocalan neyê şikandin tê çalakiya me bidome. Tekane rêya şikandina vê konsepte di rakirina tecrîdê de derbas dibe. Heta tecrîd parçe nebe û ranebe wê berxwedana me bi biryardarî berdewam bike. Em ê bi bîranîna hevryên me Zulkuf Gezen, Ugur Şakar, Ayten Beçet şehîdên pêvajoya berxwedana me yên ewil in bigîhijin xeta serkeftinê. Em ê girêdayî bîranîna hevrê Zulkuf, Ugur, Ayten bimînin. Em carek din bi ruhê berxwedana agirê Newrozê cejna we pîroz dikin.” 
Girtiyan xalên armanca çalakiya xwe jî di peyamê de rêz kirin. 
 
Bername bi konsera hunermend Mizgîn Tahîr dewam kir. 
 
PEYAMA TJA’YÊ HAT XWENDIN 
 
Pişt re jî Çîçek Arîç peyama Tevgera Jinên Azad (TJA) xwend û got: “Berxwedana Leyla Guven ji hemû jinên dinyayê û gelan re pêşengiyê dike. Leyla hevrêya hemû berxwedanên di oxira agirê Newrozê de bedena xwe dan ber agir e û hevrêya Zulkufan, Aytenan û Uguran e. Em carek din dibêjin ‘em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin.’ Newroz pîroz be.” 
 
Bername bi axaftina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dewam kir.