Barîkat li ser barîkatê derbas kirin û mala sersaxiyê ziyaret kirin

img
DÎLOK - Girseya ku parlamenterên HDP'ê jî di navde ji bo mala şînê ya ji bo Ayten Beçet hatiye vekirin ziyaret bikin barîkatên polîsan derbas kirin û xwe gîhandin mala şînê. Girseya ku çend barîkat derbas kirin bi tilîlî û dirûşmeyan hatin malbata Ayten Beçet ziyaret kirin û sersaxî ji malbatê xwestin. 
 
Cenazeyê Ayten Beçet a 24 salî ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto bike dawî li jiyana xwe anî, şevê din polîsan bi awayekî korsan revandin û şev nîvê şevê di tariyê de bi tevlêbûna 20 xizmên wê li Dîlokê defin kirin. Ji ber ku şaredariyê destûr neda malbat li mala Şînê ya Şaredariya Şahinbêy şînê dîne, malbatê li ber deriyê mala xwe kon veda. Piştî malbatê li ber deriyê mala xwe konê şînê danîn Parlamenterên HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Şahinbeyê kom bûn û meşiyan mala Beçet. Girseya ku parlamenterên HDP'ê Fatma Kurtulan, Tulay Hatimogullari, Ridvan Turan, Ayşe Surucu, Semra Guzel, Saliha Aydeniz, Ayşe Acar Başaran, Omer Ocalan, Mahmut Togrul, Kemal Pekoz û Nusrettin Maçin jî hebû, li gel endam û rêveberên HDP’ê yên Dilok, Mêrsîn û Edene derbasî mala şînê ya Beçet bûn. Girseya ku xwest biçin li mala şînê daxuyaniye bidin rastî gelek barikatên polîsan hatin. Girseya ku xwestin ji bo Ayten Beçet daxuyaniyê bidin pankarta “Ayten Beçet nemir e" vekirin û wêneyê wê rakirin. Lê polîsan barîkat li pêş girsê danî û nexwest bimeşin. Girsê tevî hemû astengiyên polîsan gelek barikat derbas kirin. Dema Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul daxuyanî da polîsan xwest mudaxaleyî girsê bike. 
 
Lê Togrul dîsa daxuyanî da û wiha got: "20 salin li Îmraliyê tecrid heye. Em bang li gel dikin ku li dijî tecridê bêtir hestiyar û hişyar tev bigerin. Divê gel li çalakiya ku di şexsê Leyla Guven a 137 rojin di grevê de ye li vê pêvajo û çalakiyê xwedî derkevin. Leyla Guven û bi hezaran girti bi armanca tecridê bi dawî bikin bi bedena xwe têdikoşin. Her ku diçe grevên birçîbûnê êşên mezin bi xwe re tîne. Ayten Beçet bi çalakiya fedaî tecrîd şermezar kir. Ji bo em dawî li mirine bînin em tedikoşin. Girtiyên çalakî pêk anîn ji bo dawî li tecrid û mirinê bînin çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku demek berî demekê vî dengî bibhîzin. Bila mirin rawestin. Bila ev êş, hesir û tecrîd bi dawî bibe. 
 
Girsê piştî daxuyaniyê barîkat li ser barîkatên polîsan derbas kirin û çûn mala şînê û malbat ziyaret kirin. Girseya ku di nava kolan û taxan re meşiyan bê navber dirûşmeya “Şehit namirin”  û “Bijî berxwedan zindanan” berz kirin û xwe gîhandin malbatê. Girsê piştî xwe gihand malbata Beçet, tilîlî û dirûşme berz kirin. Girsê piştî xwe gîhand konê şînê ji malbata Beçet sersaxî xwest.