Nameya Ayten Beçet di Newrozê de xwendin: Yekem care ez xwe wisan azad hîs dikim

img
STENBOL - Nameya Ayten Beçet a bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan dawî li jiyan xwe anî di Newrozê de hat xwendin. Beçet di nameya paş xwe hişt de wiha got: “Ji bo pêngavekê bavêjim, yekem care xwe wisan azad hîs dikim.”
 
Di pîrozbahiya Newroza Stenbolê ya bi dirûşmeya “Teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin" ku li Bakirkoyê bi tevlîbûna bi sedhezaran hat lidarxistin de, nameya Ayten Beçet a bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê dawî li jiyan xwe anî, hat xwendin. 
 
Nameya Beçet di paş xwe hişt de wiha ye: “Di rojên ez ketim nava lêgerîna ku çawan ji pêvajoyê re bibim bersiv de, Heval Zulkuf Gezen di 17’ê Adara 2019’an de, ji bo min nîşan da ku çi dibe bila bibe li ser esasekê rast mirov dikare ji pêvajoyê re bibe bersiv, mirovekê ku dixwaze azad bibe, dikare azad bibe û ji bo şikandina tecrîdê jî tu tişt nikare bibe asteng. Bi soza ku min dabû Rêbertiyê ez beşdarî vê hemlê bûm.  Min di şexsê xwe de, gelê Kurd, gelê Botan û metropolan hîn bihêztir û zanetir beşdarî vê hemlê kir. Divê em xwe di şexsê Heval Zulkuf de pak bikin û ji bo şikandina tecrîdê hîn zêdetir dengê xwe bilind bikin. Ji bo pêngavekê bavêjim, yekem care xwe wisan azad hîs dikim. Ez di wê bariyê de me ku bi mejî û rihê xwe, bi coşa hevdîtina Rêbertiyê, bi jiyanek birûmet a fermandar Heval Zulkuf Gezen weke mîras ji me re hiştî, emê çembera berxwedanê mezin bikin û bibin bersiv ji pêvajoyê re.
 
Bijî berxedana zindanan
 
Bimire komplo û tecrîda navneteweyî
 
Silav  û Rêzên Şoreşger…
 
Ayten Beçet”