Temellî: Ev îktîdar mafê definkirinê jî xezp dike

img
DERSÎM - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, tevî barîna berfa zêde li bajaroka Akpazar a Dersimê bi gel re hat cem hev. Temelli, bal kişand astengiya polisan a definkirina Ayten Beçet û wiha got: "Cenazeyan direfînin û bêyî malbatê defin dikin. Ev îktîdar mafê mirovan ê definkirinê jî dest digire. Mafê definkirinê jî xezp dike. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatên hilbijartina 31'ê Adarê de li bajaroka Akpazar a Dersimê bi gel re hat cem hev. Temellî, li gel Heyeta HDP'ê li ser pira Seyitler bi karwanek mezin hat pêşwazîkirin. Li gel barîna berfa zêde gel eleqeyek mezin nîşan da. Temellî piştre hat pêşwazîkirin bi karwanek mezin derbasî bajaroka Akpazarê bû. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyigit, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratik (DBP) Mehmet Aslan, Wekila Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahin Tumuklu jî li gel Temelî gel ziyaret kirin. 
 
‘BERSÎVA HERÎ BAŞ GELÊ DÊRSIMÊ DÊ BIDIN YEKPERESTIYÊ'
 
Temellî, li Akparazarê bi dirûşmeya "Leyla Guven rûmeta meye" hat pêşwazîkirin. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Akpazarê Songul Dogan û Omer Çelebî piştî gel silav kirin Temellî jî derket ser dikê û gel silav kir. Temellî, anî ziman ku li dijî yekperetiyê bersîva herî baş gelê Dersîmê didin û wiha got: "Em ê bersîva herî baş ji Bajaroka Akpazar a Dersimê bidin yekperestiyê. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 137  rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye."  
 
Temellî, anî ziman ku berxwedana Guven hur dide berxwedana wan û wiha axivî: “Têkoşîna Leyla ruh dide têkoşîna me. Niha bi hezaran hevalên me li zindanan di grevê de ne û têdikoşin. Rewşa wan a tenduristiyê krtîtîk e. Dîsa bi sedan siyasetmedar li çar aliyê cîhanê di grevê de ne. Em careke din bang li wezîrê dadê dikin. Dawî li vê bê hiqûqiyê bînin. Heta ku ev bê hiqûqî bidome mirov dê jiyana xwe ji dest bidin. Em naxwazin mirov jiyana xwe ji dest bidin. Em dixwazin ev bê hiqûqî bi dawî bibe. 
 
'MAFÊ DEFINKIRINÊ XEZP DIKIN'
 
Temellî, herî dawî bal kişand astengiyên definkirina cenazeyan û wiha bi dawî kir: "Divê em li çar aliyê Tirkiye deng bidin dengê Leyla Guven. Divê em hêzê bidin hêza hevalên me yên li girtîgehê di grevê de. Ayten Beçet a tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û çalakî pêk ani, polîsan  cenazeyê wê bi zorê desteser kir. 2 cenaze tên revandin. Cenazeyê Beçen şev nîvê şevê di tariyê de defin kirin. Mafê mirovan ên definkirine jî xezp dikin. Ol dikin amûrê siyaseta xwe. Heman hişmendiya ku ol dike amûrê siyasetê civakê weki cîna duyemîn dibine. Êdî dem hatiye ku em ji vana tevan re bêjin bes e. Divê em Yêkîtiya Hêza xwe bêtir xurt bikin û hêza xwe bikin yek. Divê em bersiva herî baş bi yekitiya xwe bidin îktîdarê."