Li Silopî kal û pîr hatin binçavkirin

  • rojane
  • 11:11 19 Sibat 2019
  • |
img
ŞIRNEX - Polîsan serê sibê li navçeya Silopî Abdullah Mete yê 66 salî, Abdullah Eren ê 60 salî û Besna Sakman a 55 salî binçav kirin. 
 
Li navçeya Silopî ya Şirnexê vê serê sibê polîsan ber gelek malan de girt. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û hemû eşyayên wan serûbin kirin. Piştî lêgerîna malan hat zanîn ku polîsan Besna Sakman a 55 salî ku kurek wê girtî ye, Abdullah Mete yê 66 salî û Abdullah Eren ê 60 salî binçav kirin. 
 
Hat zanîn ku welatî bi îdaya "Endamên rêxistinê ne" hatine binçavkirin û li birine Miduriyeta Polîsan a Silopî. Hat ragihandin dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.