Girtiyên di greva birçîbûnê: Heta daxwaz bê qebûlkirin em ê pirttir bibin

  • rojane
  • 10:11 19 Sibat 2019
  • |
img

ÊLIH - Bi boneya daxwaza rakirina tecrîdê li dehan girtîgeh 321 girtî di gireva birçîbûnê de ne. Malbatên girtiyên di grevê de ne xwestin daxwaza girtiyan demildest bê qebûlkirin û daxwaza girtiyan wiha gotin: "Her roja ku biçe em kêm nabin. Heta daxwaza me bê qebûlkirin em ê pirttir bibin." 

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 104'emîn de ye. Li gel Guven li zêdeyî 60 girtîgehan 321 girtî jî bi heman daxwazê di greva birçîbûnê de ne. Malbatên girtiyan bal kişandin ser rewşa zarokên xwe û gotin banga wan tenê ne ji bo gelê Kurd e û di heman demê de banga wan ji bo gelê Tirk e ku tecrîd rabe dê bibe feydeya gelan. 
 
'WÊ KÎ HESAB BIDE?' 
 
Dayika Yakup Kaymaz (22) ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê Perîşan Kaymaz got kurê wê ji ber greva birçîbûnê hevdîtina kurê wê qedexe kirine. Kaymaz da zanîn ku 65 roj in kurê bedena xwe daniye ber mirinê û got: "Ji bo rakirina tecrîdê kurê min bedena xwe daye ber mirinê. Ev tenê ne zarokên min in zarokên hemû gelê kurd in. Ji bo xwe tiştek naxwazin. Ji bo gelê xwe daxwazên wan hene. Ji bo aştiyê rakirina vê tecrîdê şert e. Tu dayikek naxwaze zarokên wê jiyana xwe ji dest bide. Ji bo kes nemire divê girtîgeh demildest bikeve tevgerê. Heke tiştek ji kurê min bibe wê kî vê berpirsyariyê bide ser milê xwe? Bila demildest daxwaza girtiyan bê qebûlkirin." 
 
'NE HEQ Û NE HIQÛQ HEYE'
 
Bavê Ramazan Çeper ê 68 roj in li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê di greva birçîbûnê de ye Abdulgafur Çeper jî ji bo mirin pêk neyê bang li rayedaran kir û wiha got: "Ji bo daxwaza girtiyan qebûl bibe, ez bang li rayedaran dikim. Li vî welatî bi milyonan kurd hene. Tekane daxwaza kurê min ew e tecrîd bê rakirin. Em vê her tim tînin ziman. Lê mixabin di roja me ya îro de heq û hiqûq nemaye. Çalakiya parlamenteran kir hindik be jî moral da me. Lê ev tenê têr nakin. Divê gel bêtir xwedî li girtiyên xwe derkeve. Daxwaza malbatan ew e divê demildest tecrîd rabe û aştî pêk were." 
 
'HETA TECRÎD RABE EM Ê LI BER XWE BIDIN' 
 
Xwişka Bêrîvan Bîtmen a ji 5'ê çile ve li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê di greva birçîbûnê de ye Afiye Bîtmen diyar kir ku tenê ew dikare bi xwişka xwe re bi telefonê hevdîtin bike û ji ber qedexeya wê hevdîtinê heye nikare biçe hevdîtinê. Bîtmen peyamên xwişka wê bi telefonê jê re ragihandine wiha vegot: "Xwişka min dibêje pêwîst be wê bimirin lê heta daxwaza wan neyê qebûlkirin dê dest ji çalakiya xwe bernedin. Her roja ku diçe bêtirîn kes beşdarî greva birçîbûnê dibe. Xwişka dibêje her ku biçe em ê kêm nebin berevajî vê yekê em ê pirttir bibin. Divê gelê kurd rabe ser piya û xwedî li zarokên xwe derkeve. Banga me tenê li gelê Kurd e di heman demê de banga me li gelê Tirk e jî. Bila êdî dayikên gerîla, esker, polîs û girtiyan negirîn. Banga me ew e ku mirin neqewimin û daxwaz bên qebûlkirin. Tecrîd mirin e lê em jiyanê diparêzin. Ji bo vê yekê divê tecrîd demildest bê rakirin." 
 
MA / Metîn Yoksu