Welatî der barê wekîlê midûrê polîsan de li dozgeriyê gilî kir

  • rojane
  • 10:02 19 Sibat 2019
  • |
img
BEDLÎS - Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê welatî Ecvet Tokay ê ku Cîgirê Midûrê Polîsan Erbil Başar çêr li wî kirin, der barê Başar de li serdozgeriyê gilî kir. 
 
Li navçeya Norşînê ya Bedlisê Welatî Ecvet Tokay hat binçavkirin. Dema Ecvet Tokay hat binçavkirin, di bin çavan de Wekîlê Midûrê Polîsan ê Navçayê Erbil Başar, gef xwar û neheqî û çêr li Tokay kirin. Ecvet Tokay, piştî hat berdan der barê Başar de li Serdozgeriyê gilî kir. 
 
Tokay, diyar kir ku di 6'ê Sibatê de dema li çayxaneyê bû dengê çekan hat û dema derket derve ligel 4 kesan hat binçavkirin. Tokay, anî ziman ku polîsan ew birin Midûriyeta Polîsan a Norxînê û Cîgirê Midûrê Polîsan Erbil Başar çêr û neheqî li wî kirin û gef li wî xwarin. Tokay, da zanîn ku piştî hat berdan di 12'ê Sibatê de li Serdozgeriya Komarê ya Norxînê der barê cîgirê Midûr Başar de serlêdana sûc kir.