HDP'iyên ji bo Guven li Colemêrgê meşiyan hatin astengkirin

  • rojane
  • 14:54 12 Sibat 2019
  • |
img
COLEMÊRG - Endam û rêveberên HDP'ê yên xwestin ji bo 100'emîn roja çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji Colemêrgê bimeşin Amedê hatin asteng kirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan armanc kir ku ji gelek bajarên Kurdistanê di 15'ê Sibatê û 100'emîn roja çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de bimeşin Amedê.  Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 97 rojin di greva birçîbûnê de ye, xwestin ji bo roja 100'emîm ji Colemêrgê bimeşin Amedê. HDP'ê bi dirûşmeya "Ji bo şikandina tecrîdê, di Roja 100'emîn de bimeşin Leylayê" plan kirin ku ji 15 bajaran bimeşin Amedê. Endam û rêveberên HDP'ê yên Colemêrgê ku xwestin dest bi meşê bikin, rastî astengiya polîsan hatin. Beriya meşê polîsan li gelek  nokteyên bajar rê girtin. Koma ku di navde Parlamenterên HDP'ê Sait Dede, Salîha Aydeniz, Hevserokên HDP'a Colemêrgê Sinan Kaya û Zeynep Kaya, Namzetên Hevşaredariyê Cihan Kahraman û Seher Kadiroglu Ataş, Namzetên hevşaredariya Çelê, Hêvidar Ertunç û Ebubekir Kana endam û rêveberên HDP'ê jî di navde dema ji avahiya HDP'ê derketin rastî astengiya polîsan hatin. 
 
Parlamenetrên HDP'ê bertek nîşanî astengiyê dan û dest bi meşê kirin. Vê carê polîsan li pêş parlamenterên HDP'ê Dede Aydeniz û rêveberên HDP'ê bend danî û destûr nedan meşê. Dema komê di meşê de israr kir polîsan mudaxale kir. Di mudaxaleyê de polîsan Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Sinan Kaya, Namzetê Hevşaredariya Çelê Abubekir Kanar û dîsa kesên di nava komê de Emine Armut, Hasan Engin, Emin Ertuş, Kenan Kaya û gelek kesên din binçav kir. 
 
Dorpêçkirina koma ku di navde Aydeniz û Dede heye berdewam dike.