Kampanya ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven 4 Hezar û 600 îmze derbas kir

  • rojane
  • 17:59 21 Çile 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo piştevaniya çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 75 roj in di greva birçîbûnê de ye, kampanya îmzeyan a navnetewî hat destpêkirin. Kampanya di nava 2 rojan de 4 hezar û 600 îmze derbas kir. 
 
Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratik (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin 75 roj li pey xwe hişt. Çalakiya Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê berdewam dike.  Rêzeçalakiyên ji bo piştevaniya Guven roj bi roj berbelav dibin. Li ser change.org’ê kampanyaya îmzeyan a navnetewî hat destpêkirin. Kampanya îmzeyan di nava 22 rojan de 4 Hezar û 600 îmze derbas kir. 
 
Di nivîsa kampanyayê de wiha hat gotin: 
 
"Dawî li tecrîdê bîne
73 roj in Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye. 
Leyla Guven di 31’ê Çileya 2018’an de ji ber operasyona li dijî Efrînê rexne kir hat girtin. 
Di 24’ê Hezîrana 2018’an de wek parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê hat bijartin. 
Ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kir. 
 
Li Girava Îmraliyê li ber çavê hemû cîhanê bi salan e îşkence lê tê kirin. Ji bo ev îşkence bi dawî bibe Leyla Guven canê xwe danî holê û dibêje bila vê tecrîda şidadindî bi dawî bibe. Piştî Leyla Guven nêzî 300 girtiyan bi heman daxwazê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kirin û vê greva birçîbûnê didome û belav dibe.
 
Bidawîkirina tecrîdê daxwaz dike çimkî; 
 
- Ev tecrîd destpêka bilindbûna faşîzma AKP’ê ye. Rewşa Awarte îlan kirin. Azadiya ramanê qedexe kirin. Li dijî mafê rêxistinê û heta mafê jiyanê di bin êrîşên giran de ne. Di vê demê de ev êrîş li her deverê belav bûn. Van êrîşan anîn halek ji rêzê. Tecrîd li dijî hiqûqa netewî û navnetewî pêk tê. Tecrîd li dijî daxwaza jiyankirina bi hev re ya di nava aştiyê de ya gelên Tirkiyeyê wek êrîşekê ye. Ji bo çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurd tecrîdkirina Ocalan astengiye. 
 
- Her wiha dewlet, Birêz Abdullah Ocalan ê gelê kurd temsîl dike, ji bo aştiyê nexşerê amade kir û ji bo şer bi dawî bibe di nava hewldanan de ye tecrîd dike û îhtîmala çareseriyek bi aştiyane, vegerîna maseya muzakereyê ji holê radike. 
 
Dostên dilovan; 
 
Rakirina tecrîdê tê wateya astengiyên li pêşiya gelên Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn, cîhan û Kurd di nava jiyanek aştiyane û hêviyên bi çanda xwe bijîn ji holê rake. Di vê esasê de em di serî de bang li jin û hemû mirovên baweriya xwe bi aştî û piştevaniyê tînin ji bo dawîkirina tecrîdê vê nameyê îmze bikin.” 
 
Lînka kampanyaya îmzeyê wiha ye: 
 
https://www.change.org/p/leyla-guven-petition-for-leyla-guven