Leyla Guven derneket hevdîtina keça xwe

  • rojane
  • 16:41 21 Çile 2019
  • |
img

AMED – Keça Leyla Guven, Sabîha Temîzkan diyar kir ku dayika wê cara ewil derneketiye hevdîtina heftane. 

Hat zanîn ku Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a 75 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye derneket hevdîtina heftane ya bi keça xwe re. Keça Guven, Sabiha Temîzkan di hesabê medya xwe ya civakî twîtterê de têkildarî hevdîtinê wiha got: “Dayika min cara ewil îro derneket hevdîtinê. Kaxizêk bi ‘Li ser daxwaza xwe derneketiye hevdîtinê’ îmze kirin e. Dayika min malava! Ka rehm! Divê ku pirr bixwesta derneketibûya. Îro 75 roj e birçî ye! #LeylaGuveniYaşatalim. Divê dayika min ne di hepsê de li Meclîsê be.”