Rojnameger Kemal Ozer hat berdan

  • rojane
  • 16:06 21 Çile 2019
  • |
img
DERSIM – Nuçegihanê Rojnameya Evrenselê Kemal Ozer ê 16 meh e girtî bû hat berdan. 
 
Danişîna 5’emîn a doza nuçegihanê Rojnameya Evrenselê Kemal Ozer ê 16 meh e ku bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” girtîbû li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dersimê hat dîtin. Ji Ozer ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê hepsê dihat xwestin. Gelek kes beşdarî danişînê bû. Rojnameger Ozer sûcên li ser xwe red kir û berdana xwe xwest. Parêzerê Ozer jî xwest miwekîlê wî bê berdan. 
 
Piştî parastinan heyeta dadgehê bi şertê kontrola edlî biryara berdana Ozer da û danişînê taloqî 11’ê adarê kir.