Ji Baskê bo Guven peyam: Çalakiya we dê bibe serkeftina gelê kurd

  • rojane
  • 15:45 21 Çile 2019
  • |
img

AMED – Platforma Piştevaniya bi Kurdistanê re ya Baskê ji bo Leyla Guven peyama piştevaniyê şand û got: “Çalakiya we dê berxwedana gelê kurd bigîhîne serkeftinê.” 

Platforma Piştevaniya bi Kurdistanê re ya Baskê ji bo Hevseroka KCD’ê û Parlamenter Leyla Guven a 75 roj in di grevaça birçîbûnê de ye peyama piştevaniyê şand. Platformê di peyama xwe de wiha got: 
 
“Pir aşkere ye dê rûmeta gelê kurd faşîzmê têk bibe. Çalakiya we dê berxwedana gelê kurd bigîhîne serkeftinê. Em dizanin hûn bûne nûnertiya fedekariyê û em piştevaniya we dikin. Li gel hevrêyên we em biryardariya we wek nirxê wêrekiya we dizanin. Ji bo dawî anîna tecrîdkirina Abdullah Ocalan dê çalakiya we bibe xeta pêşengî û berxwedanê. Em bi hêz û şoreşgerî hembêzkirinê ji we re dişînin. Berxwedan jiyan e. Jin jiyan azadî.”