Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Wezareta Dadê û TBMM’ê kirin: Daxwazan qebûl bikin

  • rojane
  • 15:18 21 Çile 2019
  • |
img

WAN – Çend rêxistinên civaka sivîl ên Wanê ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirova ya TBMM’ê vexwend wezîfeyê. 

Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên din a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Baroya Wanê, Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD), Nûnertiya Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê, Odeya Bijîşkan a Wan û Colemêrgê û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Hikûmxwar û Girtiyan (TUHAY-DER) daxuyaniyek hevpar dan û xwestin daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bên qebûlkirin. 
 
Civîna çapemeniyê li Odeya Bijîşkan pêk hat. Li ser navê saziyan Nûnera TÎHV’ê Sevîm Çîçek daxuyanî xwend. Çîçek bal kişand ser binpêkirina mafan a salên dawî û got piştî pêvajoya çareseriyê qediya û OHAL hat îlankirin binpêkirina mafan gihîşt asta herî bilind. 
 
'TECRÎD ÎŞKENCE Û SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’
 
Çîçek anî ziman ku yek ji pêkanînên binpêkirina mafan tecrîd e û got: “Pêwendiya kes bi derve re qût kirin e. Ji mafên xwe bêpar dimîne. Ev yek li dijî makeqanûnê, demorasiyê û rêgezên hiqûqa dewletê ye. Tecrîd îşkence ye û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di serî de Birêz Leyla Guven û girtî ji bo dewlet li gorî qanûnên xwe tevger bike û tecrîda şidandî bi dawî bibe di greva birçîbûnê de ne. Grevên birçîbûnê encama polîtîkaya girankirina tecrîdê ye. Tecrîd li dijî rêgezên hiqûqa hundirîn û navnetewî ye. Li dijî peymanên ku Tirkiye îmze kiriye ye. Heta tecrîd ranebe çalakgeran diyar kir ku wê çalakiya xwe dewam bikin. Rewşa Leyla Guven her ku diçe giran dibe. Grevên birçîbûnê hatine asta krîtîk.” 
       
'JI BO ÇARESERIYÊ HEWLDAN’ 
 
Çiçîke di dawiyad axuyaniyê de van daxwazan rêz kir:
 
“*Em di serî de Wezareta Dadê û Komîsyona Mafên Mirova ya TBMM’ê vedixwînin wezîfeyê ku çareseriyek li pêş bixe û li gorî rêgezên netewî û navnetewî tevger bike. 
 
* Divê daxwaza girtiyên di greve de bê qebûlkirin ku TTB dikaribe beşdarî pêvajoya tenduristiyê bibe. 
 
* Divê deriyên girtîgehan li heyetên serbixwe yên ji saziyan bên avakirin bê vekirin. 
 
* Em hemû raya giştî ji bo encamek xerab ji çalakiyan dernekeve vedixwînin ku ji bo çareseriyê bikevin nava hewldanan.