HDP dê namzetên hevşaredariyên xwe li Amedê aşkere bike

  • rojane
  • 13:39 21 Çile 2019
  • |
img

AMED – HDP dê bi beşdariya hevserokên xwe yên giştî Pervîn Buldan û Sezaî Temellî di 24’ê çile de li Amedê bi Civîna Danasînê dê namzetên hevşaredariyê aşkere bike. 

Partiyên siyasî danasîna namzetên şaredariyan ên hilbijartina 31’ê Adarê dê pêk were didomîne. Raya giştî jî bi meraqek mezin li benda namzetên hevşaredariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye. HDP dê lîsteya namzetên hevşaradariyê di 24’ê çile de li Amedê bi Civîna Danasînê namzetên xwe aşkere bike. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî dê beşdarî civînê bibin. Wê namzetên hemû şaredariyên mezin, bajar, navçe û bajarokan bên aşkerekirin. 
 
Civîn dê li Salona Konferansê ya Ayaz Elegance ya li navçeya Peyasa Amedê bê lidarxistin.