Jinên ji bo piştevaniya Guven binçav kirin hatin berdan

  • rojane
  • 12:42 21 Çile 2019
  • |
img

AMED – Endamên DAKAP’ê yên li ber girtîgehê piştevaniyê bidin Leyla Guven hatin binçavkirin piştî îfade dan emniyetê hatin berdan. 

Endamên Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKAP) duh bi boneya piştevaniya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a 75 roj in ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, xwestin li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakî li dar bixin. Polîsan mudxeleyî çalakiya jinan kir û ew bi derbkirina binçav kirin. 
 
Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Gonul Adibellî, Gurbet Ozel, Gulîstan Ekte, Narîn Gezgor, Bahar Karakaş Ulug, Ceylan Aslan, Rozerîn Çatak û Adalet Kaya di nav de 10 jin hatibûn binçavkirin. Jinan piştî îfade dan Miduriyeta Polîsan a Amedê hatin berdan.