Li Stenbolê amadekariya mitîngê: Tariya tecrîdê dê bê qelaştin

  • rojane
  • 12:34 21 Çile 2019
  • |
img
STENBOL – HDP ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û balê bikişînin ser grevên birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger dê di 3’ê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoya Stenbolê mitîng li dar bixe. 
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û balê bikişînin ser grevên birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger ku ji aliyê Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ve hat destpêkirin û berbelav bû dê di 3’ê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoya Stenbolê mitîng li dar bixe. Mitîng dê bi şîara “Tariya tecrîdê dê bê qelişandin! Meşaleya azadiyê dê bê pêxistin! Berxwedana gelên ber bi şoreşê ve diçin bi ser bikeve” dê pêk bê û amadekariyên mitîngê ber bi dawiyê ve diçin. 
 
Mitîng dê saet di 13.00’an de dest pê bike û li bendê ye nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr, nivîskar û bi deh hezaran kes beşdar bibin.