'Em ê berî her tiştî hişmendiya qeyûman paqij bikin'

  • rojane
  • 09:14 21 Çile 2019
  • |
img

AMED - Namzeta Hevşaredariya Rezan a Amedê û Endama MYK'ê ya HDP'ê Zubeyde Zumrut, diyar kir ku hilbijartina rêveberiyen herêmî ji bo wan referandum e û berî her tiştî ew dê hişmendiya qeyûmê ji bajêr paqij bikin. 

Ji hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31'ê Adarê 2 meh û 10 roj man. Rêxistina HDP'ê beşek namzetên xwe yên hevşaredariyan diyar kir yên din jî dê roj rojên pêş de aşkere bike. Yek ji namzeta Hevşaredariyan a hat diyar kirin Namzeta Hevşaredariya Navçeya Rezan a Amedê Zubeyde Zumrut e. Namzet û Endama MYK'ê ya HDP'ê Zubeyde Zumrut, li ser armanc û projeyên xwe axivî. Zumrut ku ji navçeya Dara Hênê ya Çewlikê ye, di serdema 12'ê Îlonê ya 1980'an de ji ber zextên li ser navçeya Dara Hêne koçî Edeneyê kir. Zumrut, 3 salan li herêma Çukurova ma û piştî zewicî di sala 1984’an de li Stenbolê bi cih bû. Di sala 1986'an de dîsa vegeriya Amedê. Ji salên 1990’an heta niha bi awayekî fîîlî di nava xebaten siyaseta kurd de cih digire. Zumrut di nava xebatên siyasi yên Partiya Kedê ya Gelan (HEP), Partiya Demokrasiyê (DEP) û Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) de cih girt. Di serdema HADEP'ê de di nava komîsyona Jinan a Navçeya Navendî ya Amedê de xebat kir. Zumrut ji wê demê heta niha di nava xebaten siyasî de cih digire. 
 
Zumrut, diyar kir ku diu serdema kujerên nediyar zêde bûn û OHAL serdest bû komîsyona jinan ava kirin û wiha got: “Me bi 5 kesan komîsyona jinan ava kir. Niha em li Navçeya Rezan a Amedê bi tevlêbûna sedan jinan civînan pêk tînin. Zamrat, destnîşan kir ku berî her tiştî ew dê şaredariyên ku ji aliyê qeyûman hatine desteserkirin ji destê qeyûman derxin û feraseta ku qeyûman belav kiriye ji bajar û navçeyan paqij bikin û wiha got: "Di vê pêvajoyê de serlêdana namzetan nîşandana vînê ye. Em wekî referandumê li vê pêvajoyê dinerin. Ji bo hemû gelan wekî referandumê ye. Em dê ji nûve bingehên demokrasiyê pêş ava bikin."  
 
‘EM DÎ VÎNA HERÊMÎ ESAS BIGIRIN'
 
Zumrut, anî ziman ku 18 sal cerebeyên wan ên rêveberiya herêmî heye û berî her tiştî dê vîna herêmî esas bigirin û li ser daxwaz û pêdiviyên herêmê projeyan pêş bixin û wiha berdewam kir: "Em dê projeyên xwe bi gel re pêş bkixin. Em dê vîn û biryara gel têxin nava van projeyan û bi hevre van projeyan ava bikin. Ger ku em malek gel an jî pirtûkek taxê ava bikin em dê bi gelê taxê re biryar bistînin bi hevre naveroka wê tije bikin. Hemû biryarên der barê rêveberiya wê û pêşxistina wê de dê vîna gel esas bê girtin. Ez xwe li hemberî gelê Rezan deyndar dibînim. Keda gelê Rezan li ser min pir e. Em dê demokrasiyê esas bigirin. Em dê xizmeta zelal, aşkere û ekolojîk pêş bixin. Hemû rêveberiya me dê zelal be. Xebata der barê ciwawan de dê vîna ciwanan, ya der barê jinan de dê vîna jinan û xebata der barê zarokan de dê vîna zarokan li ber çavan bê girtin. Hêzên herêmî dê vîna xwe di xizmet û biryaran de bibînin. Di xizmeta civakî, binesazî û çandî de dê biryara hêzên herêmî esas bê girtin."  
 
‘KARÊ EWIL EM DÊ SAZIYEN JINAN JI NÛVE ZINDÎ BIKIN' 
 
Zumrut, da zanîn ku piştî hatin ser kar dê karê ewil sazî û dezgehên jinan ji nûve ava bikin û zindî bihêlin û wiha bi dawî kir: "Em dê saziyên jinan ji nûve zindî bikin. Em dê pirsgirêkên jinan li van navendên jinan çareser bikin. Em de hemû saziyên ku hatine girtin ji nûve vekin. Mafên ku hatine binpêkirin em dê rast bikin. Keda hatiye xwarin em dê bidin wan. Em dê hişmendiya qeyûmê ji bajar paqij bikin. Karê me yê esasî xizmeta gel e. Em dê bi her awayî di xizmeta gel de bin. Dîsa ji bo em rê li pêş dizî u tiryakê bigirin em dê xebatê bimeşînin. Ev erka sereke ya şaredariyê ye."