'Daxwaza min a mezin hêj ez sax bim pêl axê bikim e '

  • rojane
  • 15:12 12 Çile 2019
  • |
img
ÎZMÎR / EDENE – Şaxên ÎHD'ê yên Edene û Îzmirê û xizmên windayan bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û aqûbeta windayan bipirsin çalakiyên xwe berdewam kirin. Li Îzmirê nameya girtiyê nexweş Giyaseddin Sevmiş, xwendin. Sevmiş di nameyê de got: "Daxwaza min a herî mezin hêj ez sax bim dixwazin pêl axê bikim." 
 
Xizmên windayan û rêvberê şaxên ÎHD'ê yên şaxên ÎHD'ê yên Edene û Îzmirê daxuyanî dan û bal kişandin ser rewşa girityên nexweş. Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê bi şîara "Bila girtiyên nexweş bên berdan" çalakiya xwe berdewam kirin. Di vê hefteyê de nameya Gîyasettîn Sevmîş ê 12 salin li Girtîgeha tîpa T a hêjmar 4 a Şakranê xwendin û bal kişandin ser rewşa wî. Xizmên girtiyan û ÎHD'ê li ber avahiya Serokwezîrîyê ya Konakê pankarta “Girtiyên nexweşên giran dimirin, Bêdeng nemîne!" vekirin û li vir daxuyani dan. Rêveberê ÎHD'ê Ahmet Çiçek, nameya girtiyê nexweş Sevmiş xwend. Sevmîş, anî ziman ku zextên fîzîkî û derûnî yên li dijî wî zêde bûne û xwest li nexweşxaneyek baş bê dermankirin. Sevmîş, destnîşan kir ku daxwaza wî ya herî mezin beriya ku jiyana xwe ji dest bide pêl li axê bike ye. 
 
EDENE 
 
Xizmên windayan û rêvberê Komîsyona Girtigehan a şaxên ÎHD'ê yên Edeneyê jî bi heman armancê daxuyanî dan. Komisyona girtîgehan ku ji 2 hefteyan carekê daxuyanî dide vê carê bal kişandin ser rewşa Orhan Alkiş ê li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê. ÎHD'ê li Parka Înonu daxuyanî da. Komê di çalakiyê de pankarta “Girtiyê nexweş Orhan Alkış berdin" vekirin. Malbata Alkiş û parêzerên wî, nûnerên HDP û DBP'ê û gelek malbatên din ên girtiyan tev li çalakiyê bûn. Xizmên TUAYDER'ê jî piştgirî dan çalakiyê. 
 
Endamê komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Nejat Okay, diyar kir ku 402 jê giran bi giştî hezar û 154 girtiyên nexweş hene û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan.