Xizmên Windayan çalakiya Leyla Guven slav kirin

  • rojane
  • 14:41 12 Çile 2019
  • |
img
AMED - Xizmên Windayan û ÎHD'ê di hefteya 518'emîn a bi dirûşma "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin", her hefte li dar dixin de çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê slav kirin û xwestin daxwazên Leyla Guvenê pêk bînin. 
 
Xizmên Windayan û ÎHD'ê di hefteya 518'emîn de çalakiya bi dirûşma "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" ku her hefte li dar dixin berdewam kirin. Xizmên windayan û ÎHD'ê, çalakiya Leyla Guven a 66 rojin di greva birçîbûnê de ye, slav kirin û diyar kirin ku divê daxwazên Leylayê bê bicihanîn. Nûner û malbat li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" vekirin. Vê hefteyê Endam û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, xizmên windayan, aktivistên mafên mirovan beşdar bûn. Xizmên windayan di çalakiyê de li aqubeta Omer Oner û Mehmet Nurî Dayan ên ku di sala 1994'an de li Gundê Çinara Amedê hatin windakirin pirsîn. 
Sekretera Şaxa ÎHD'ê Yuksel Aslan Acar wiha got: "Ji ber zext û binpêkirina mafan girtiyan li zindanan bedena xwe dane ber birçîbûnê. Jiyana Leylayê di nava talûkeyê de ye. Divê hemû kes destên xwe dînin ser wicdanê xwe û ji bo girtiyan dengê xwe bilind bikin."
 
Nazîre Baran jî çîroka Hevjînê xwe Omer Oner ê di 14'ê Çileyê 1994'an de hat windakirin, xwend û got: "Hevserê min bi motorê û tevî hevalên xwe çû pez biçêrîne. Lê piştî wê me tu agahî ji wan negirt. Me serî li her derê da lê me wan nedît. Ji ber ku em li wî digeriyan gelek caran polîsan girtin ser mala me de. Em ji ber zextên dewletê hatin Amedê. Ez û zarokên xwe tenê mabûn û me rojên gelek bi zehmet derbas kirin. Ewqas sal derbas bû lê hîn me hevserê min nedît. Heta ku hilma min tê bike ez ê dev ji têkoşîna ji bo dîtina hevserê xwe bernedim. Bila kevirekî goristanên me hebe. Ez li ber hevserê xwe û hemû windayan bejna xwe ditewînim."