Erdogan: Me li Sîncar û Mexmûrê operasyona xwe pêk anî

  • rojane
  • 12:48 14 Kanûn 2018
  • |
img
ENQERE - Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan, di Konferansa Rêxistina Hevkariya Îslamê de, li bombekirina TSK'ê ya Mexmûdê û Qereçoxê mukir hat û got: “Me şeve din operasyona Iraqê pêk anî. Me li Sincar û Mexmûrê operasyonên xwe pêk anî. Dê berdewama wê bê. 
 
Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan, di Konferansa Rêxistina Hevkariya Îslamê ya li Stenbolê axivî û bal kişand ser operasyonên li dervê sînor û geşedanên din. Erdogan bal kişand ser kuştina Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşıkçi û wiha got: "Kujerê cînayetê Kaşikçi kîye li gorî min diyar e. Kujer li holê ye em dizanin. Yên hevkarî kirine jî diyar in." 
 
'ME DUH OPERASYONA XWE PEK ANÎ' 
 
Erdoğan, bal kişand ser operasyona dervê sînor jî û wiha got: "Me berê li dijî Cerablus Efrîne operasyon pêk anî. Em di operasyona Rojhilatê Firatê de jî bi biryar in. Me şeve din operasyona Iraqê pêk anî. Me li Sincar û Mexmûrê operasyonên xwe pêk anî. Li Sûriye 22 baragehên DYA hene. 20 hezar TIR çek anîn. Ev anîn ji YPG/PYD'ê re."