Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Rihayê de girt

  • rojane
  • 13:56 6 Kanûn 2018
  • |
img
RIHA - Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Rihayê de girt û lêgerînê dikin. 
 
Li Rihayê Rêxistina HDP'ê ya Rihayê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecridkirina Ocalan, 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê pêk anîn. Çalakiya li avahiya HDP'ê di roja 3'emîn de berdewam dike. Polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girtin û lêgerîn kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, li ser hesabê twîtterê agahî parve kir û diyar kir ku polîsan di roja 3'emîn a çalakiyê de bi ser avahiya HDP'ê ya Rihayê de girtiye û niha lêgerîn dikin.