Ocalan: Sedema krîza heyî tecridkirina Ocalan e

  • rojane
  • 15:23 18 Mijdar 2018
  • |
img
MELETÎ - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan redkirina pirsnameya têkildarî tenduristî û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rexne kir û wiha got: “Wezîrê Dadê bê pîvan ji ber naverokê pirsnameya me red kir. Lê bila her kes zanibe sedema krîza heyî tecrîdkirina Ocalan e." 
 
Parlamenterê HDP'ê yê  Rihayê Omer Ocalan, ji bo bersivandinê tenduristî û sedema tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 2 meh berê pirsname ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul re şandibû. Wezîrê Dadê Gul 2 meh şûnde bersîv da Ocalan û bi îdîaya "Naveroka pirsnameye" bersivandina pirsnameyê red kir. Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan di pirsnameyê de gotibû: "Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin; ji 27'ê Tîrmeha 2011'an de parêzer û ji 11'ê Îlona 2016'an de, bi şiklê ku malbat bi tu awayî nikarin ragihandinê pêk bînin didome. Bi tu awayî tu hevditin pêk neanîne. Destûr nedane ku hevdîtin bikin. Piştî 21'ê Tîrmeha 2016'an jî Hekîmê 1'emîn Înfazê ya Bûrsayê bi hinceta OHAL heye re li pêş mafê wî yê hevdîtinê girtin. Me di pirsnameya xwe de hin guhertin kirin û dîsa da wezaretê. Em niha der barê tenduristiya Birêz Ocalan de tu agahî nastînin. Birêz Ocalan kijan îlacan bikar tine? Tê dermankirin ya na? Çawa tê dermankirin? Rewşa tenduristiya wî çiye? em nizanin. Wezîr bi hinceta naverokê bê pîvan pirsname red kir. Lê divê her kes baş zanibe ku sedema krîzê tecridkirina Brêz Ocalan e. Ji ber vê yekê divê teqez ev tecrîd bi dawî bibe. 
 
Hevseroka KCD'ê Birêz Leyla Guven ji bo tecrîdê şermezar bike û bi riya diyalogê pirsgirêk çareser bibe dest bi Greva Birçîbûnê kiriye. Ji bo pirsgirêk kur nebe divê tecrîd bi dawî kibe. Divê teqez tecrîd bi dawî bibe. Ji ber vê yekê çalakiya Guven girîn e. Divê pirsgirêkên welat bi siyaseta demokratîk û diyalogê çareser bibin."