HDP'a Şirnexê piştgiri da çalakiya Leyla Guven

  • rojane
  • 15:01 18 Mijdar 2018
  • |
img
ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike 11 rojin di grevê de ye, daxuyanî dan û diyar kirin ku daxwaza Leyla Guven daxwaza wan e. 
 
Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Şirnexê, bi armanca piştgiriyê bide çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 11 rojin di greva birçîbûnê de ye, civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de parlamenterê HDP'ê yê Şîrnexê Hasan Ozguneş, nûnerên rêxistinên demokratîk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesên din amade bûn. Di civînê de Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, bal kişand tecrîdkirina Ocalan  û wiha got: "Ev tecrîdkirina Ocalan ne tenê tecrîdkirina şexsekî ye. Di şexsê Ocalan de gelê Kurd hatiye tecrîdkirin. Bi vê tecridê êrîşî pêşeroja gelê Kurd dikin. Daxwaza ku Leyla Guven di heman demê de daxwaza me ye. Ocalan heta niha her dem ji bo pêşxistina aştiyê têkoşiya. Tecrîd di heman demê de li dijî aştiyê ye. Em bang li rayedaran dikin ku dawî li tecrîdê bînin." 
 
Civîna çapemeniyê bi dirûşmeyên tecrîdê şermezar dikin û piştgiriyê didin Ocalan bi dawî bû.