‘Heta tecrid rabe çalakî dê bidomin'

  • rojane
  • 13:00 18 Mijdar 2018
  • |
img
EDENE - Çalakiya greva birçîbûnê ya ji piştgiriya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Ocalan dest bi grevê kiriye, li Edene diroja 2'emîn de berdewam dike. Welatiyên ketin grevê diyar kirin ku heta daxwaz pêk bên û tecrîd bi dawî bibe dê çalakiya xwe berdewam bikin. 
 
Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike di 7'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kiriye didome. Piştgiriya ji bo çalakiya Leyla Guven jî li Wan, Amed, Gever, Riha û Edeneyê bi grevên birçîbûnê berdewam dikin. Komên ku li Wan, Amed, Gever, Riha û Edeneyê duh ketin grevê di roja duyemîn de berdewam dike. Çalakvanên ku li Edeneyê ketin grevê, diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk bê û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe dê çalakiya xwe berdewam bikin.  Çalakiya greva birçîbûnê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Seyhana Edeneyê bi tevlebûna Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun didome. Nûnerên gelek sazî û rêxistinên demokratîk çalakger ziyaret kirin û piştgirî dan çalakiyê. Kesên çalakger ziyaret kirin jî xwestin tecrîd bi dawî bibe û gavên çareseriyê bên avêtin. 
 
HEMÛ GEL HATIYE TECRÎDKIRIN
 
Endamê Meclîsa HDP'ê Abdulselam Demirkiran, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan li ser hemû gelê Rojhilata Navîn tê meşandin û wiha got: "Bi tecrîdkirina Ocalan hemû gel hatiye tecrîdkirin. Ev li dijî destkeftiyên gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn in. Birêz Ocalan di 2013'an de pêvajoyek da destpêkirin. Wê demê hemû gelên Tirkiye piştgirî dan pêvajoya aştî û çareseriyê. Îktîdarê jî ji bo îktîdara wan ji destê wan neçe pêvajo xera kir. 5 salin di şexsê Ocalan de li dijî akademisyen, siyasetmedar û gelan tecrîd heye. Guven di hilbijartina 24'ê Hezîranê de bi deng hat hilbijartin. Ji bo berpirsiyariya xwe ya li dijî gel pêk bîne 11 rojin di grevê de ye. Bi armanca em piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven em dest bi vê çalakiyê kiriye. Em dixwazin hemû cîhan tecrîdkirina Ocalan bibînin û bibhizin."
 
JI BO DEMOKRASIYÊ BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE
 
Çalakger Mehmet Masum Erîg jî anî ziman ku hevala wan Leyla Guven  ji bo tecrîd bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiriye û wiha got: "Ji bo em piştgiriyê bidin çalakiyê û dawî li tecridê bê li vir ketine grevê. Sermayedarên cîhanê ji bo berjewendiyên xwe bi krîz û kaosan li ser piyan in. Îktîdara Tirkiye kaos û krizê li ser gel ferz dike. Piştî tecridê ciwanên kurd û tirk, esker û sivîl jiyana xwe ji dest didin. Ji bo em qîmetê didin demokrasiyê em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. 
 
TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE
 
Rêveberê HDP'ê yê Yuregîra Edeneyê Selahattin Kale jî anî ziman ku ji bo piştgiriyê bide Guven tev li çalakiyê bûye û wiha got: "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Teqez nayê qebûlkirin. Hemû kesên mirov divê li dijî vê yekê derkevin." 
 
Rêveberê HDP'ê yê Yuregîrê Îlhan Şen jî diyar kir ku 3 salin tu agahî ji Ocalan nayê girtin û Ocalan nikare bi parêzer û malbatê re hevdîtin bikin. Şen, da zanin ku heta ji destê wan bê dê piştgiriyê bidin Guven. 
Welatî Suphiye Bayav  jî piştgiriya xwe ani ziman û da zanîn ku heta dawi dê piştgiriyê bidin Guven.