Cengîz Holdîng, dînamîtan diteqîne, bi kepçeyan daran jêdike

  • rojane
  • 12:49 18 Mijdar 2018
  • |
img

MÊRDÎN - Cengîz Holdîng a girêdayî Etî Bakir A.Ş. li gundiyê Şemîka înşaeta wê didome, ji bo firehkirina rê bi kepçeyan darên berû û guhijan jêdike û 150 metre dûrî gund dînamîtan dinamîtan diteqîne. Ev jî dibe sedama gundî bitirsin.

 
Li gundê Şemîka ya navçeya Şemrexa Mêrdînê Cengîz Holdîng a girêdayî Şîrketa Etî Bakir A.Ş a nêzî hikûmetê tê zanîn, ji bo firehkirina rê û araziyê tesîsatê xebatên xwe berdewam dike. Cengîz Holdîng a tê îdîakirin ji bo ji hev cihê kirina zêr hewzê siyanûrê avakiriye, di dema xebatan bi makîneyên kar û kepçeyan darên berû û guhijên gundiyan jêkirin. Ligel hemû hewldan û bertekên gundiyan jî, şirket dest ji kar bernade û xebatkarên şîrketê jî dibêjin ew fermanên rayedarên şirkete bi cih tînin û tenê karê wan ew e kur ê vekin. 
 
15 METRE DÛRÎ GUND DÎNAMÎT TEQANDIN 
 
Li gel vê yekê şirkete di saetên nivîka şevê de, 150 metre dûrî gund dînamît teqandin û xebatên berfirekirina qadê jî didomîne. Gundiyan diyar kirin ku ew ditirsin û ji ber teqîna dînamîtan, dîwarên malên wan derizîne.  Gundiyan, da zanîn ku ji ber teqînê parçeyên zinaran heya ber malên wan hatine û gotin: “Em niha dibin talûkeyek mezin dene. Ji bo ku em gundê xwe terk bikin, bi zanebûn vê yekê dikin. Bi awayekê bêkontrola dînamîtan diteqînin. Lê emê tu carî cih û warên xwe terk nekin û em di vê nêzîkatiya xwe de bi îsrarin.”