Di operasyona Gezî kesek girtin

  • rojane
  • 10:33 18 Mijdar 2018
  • |
img
STENBOL - Di operasyona li dijî Şîrketa Anadolu Kultur a ku Osman Kavala serokê rêveberiya wê ye, bi îdîaya “Çalakiya parka Gezî amade kirine' 13 kes hatibûn binçavkirin. Ji 13 kesên hatin binçavkirin jê 9 kes hatin berdan û kesek jî hat girtin. Lêpirsîna 3 kesan jî berdewam dike. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê 2 roj berê der barê 20 kesên ku hîndekara Zanîngeha Bogaziçî Prof. Betul Tanbay, Dekanê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bilgi Prof. Turgut Tarhanli û ji Şîrketa Anadolu Kultur ku Osman Kavala serokatiya wê dike Meltem Aslan Çelikkan, Yigit Aksakoglu, Çigdem Mater, Asena Gunal û Hakan Altinel jî heye biryara binçavkirinê dabû. Di çarçoveya lêpirsînê de li 4 bajaran  Prof. Dr. Betül Tanbay, Prof. Dr. Turgut Tarhanli jî di navde 13 kes hatin binçavkirin. Piştî lêpirsînê akademîsyen Yîgît Aksakoglu, derhênerê lîstika Mi Minor Yusuf Civir piştî lepirsînê sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê kirin. Piştî îfade dan dozgeriyê, dozger ew sewqî Dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî der barê Aksakoglu de biryara girtinê da û der barê Civir jî bi şertê kontrola edlî serbest berda. 
 
Lêpirsîna şewîrmenda Şîrketa Anadolu Kultur Fîlîz Telek, Çîgdem Mater Utku û Ayşegul Guzel jî berdewam dike. 
 
Wekîlê Dekanê Zankoya Hiqûqê ya Zanîngeha Bilgî Prof. Dr. Turgut Tarhanli, Hîndekara Zanîngeha Bogazîçî Prof. Betul Tanbay, Koordînatora Bernameya Depo ya Şîrketa Anadolu Kultur Asena Gunal, Berpirsa  Bêîtîatiya Sivîl a Şîrketa Anadolu Kultur Bora Sarı, Endama Komeleya Pêşxistina Civaka Sivîl Hande Ozhabeş, Endam û rêveberên Anadolu Kultur Yîgît Ekmekçi, Alî Hakan Altinay, Meltem Aslan Çelikkan hatibûn berdan.