Cenazeyê Emîne Gundogan ber bi Dersimê ve hat birêkirin

  • rojane
  • 16:46 23 Cotmeh 2018
  • |
img
STENBOL - Ji bo cenazeyê dayika parlamentera berê ya DHP'ê Edîbe Şahîn a girtî Emîne Gundogan li mala cemê merasîm hat li darixistin. Edîbe, bi destûra taybet ya dozgeriyê di bin dorpêça polîsan de tevli merasîmê bû û destûr nehat dayîn ku wêne û dîmen bên kişandin. 
 
 Ji bo dayika Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya berê ya Dêrsimê Edîbe şahîn a ku li Girtîgeha Tîpa F ya li Kandrayê girtî ye Emîne Gundogan ku duh jiyana xwe ji dest da li mala cemê ya li Komeleya Çand û Hunerê ya Pîrsulstan Abdal a li Kadikoyê merasîma cenaze hat lidarxistin. Edîbe, bi destûra taybet ya dozgeriyê di bin dorpêça polîsan de tevli merasîmê bû. Dema ku Edîbe sersaxî qebûl kirin destûr nehat dayîn ku wêne û dîmen bên kişandin.
 
Piştî merasîmê cenazeyê Gundagan ji bo definkirinê, ber bi warê wê Dêrsimê ve hat birêkirin.