ÊLIH - Li Êlihê, dinavbera 2 koman de pevçûn derket, kesekê jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Li navendeke kar a li Bulvara Turgut Ozal a Êlihê şevêdin, dinavbera 2 koman de nîqaş derket û nîqaş dûre veguherî pevçûna bi çek. Li gorî agahiyan, Servet Tarhan ê 46 salî û 3 kesên navên wan nehatin zanîn birîndar bûn. Ambûlansên hatin cihê bûyerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewleta Herêmê ya Êlihê û nexweşxaneyên bajarên cuda. Ji 4 birîndaran Servet Tarhan ligel hemû mudaxileyan jî, jiyana xwe ji dest da.
Polîsên hatin cihê bûyerê, dest bi lêpirsînê kirin.