Gundî dixwazin stasyona bazê bê rakirin

  • rojane
  • 10:15 23 Cotmeh 2018
  • |
img

DERSIM - Li gundê Salordek ê navçeya Pulumuriyeyê, stasyonên bazê yên hatine çêkirin hem zirarê didin mirovan hem jî xwezayê. Gundiyan destnîşan kir ku ew ê gilî bikin. 

Li gundê Salordek yê navçey Pulumuriye ya Dersimê, di sala 2009'an de li li ser Tûmê Xizirê stasyonên bazê hatin çêkirin. Gundiyan xwest ev stasyonên bazê yên zirarê didin mirovan û xwezayê bên rakirin. Her wiha gundiyan destnîşan kir ku ew ê giliyê van stasyonan bikin. 
 
‘NAVENDÊN BAWERIYÊ HATIN TUNEKIRIN'
 
Şêniyê gund Yûsûf Topçû, diyar kir ku di salên 90'î de bi zorê ji gund hatin derxistin û di sala 2009'an de jî Tûmê Xizir ku navenda wan a baweriyê bû hatiye tunekirin û li ser stasyonên bazê hatine kirin. Topçû, bilêv kir ku cihê ku stasyonên bazê lê hatine çêkirin, berê ew ji bo cemê diçûn wir û ji ber stasyonên heyî îsal li gund û derdora gund darên fêkiyan hişk bûne û fêkî negirtine. Topçû got: "Îsal hemû fêkiyên me nexweşokî bûn. Ger wisa dewam bike dê pirsgirêkên dijwar rû bidin. Dê ev yek tenduristiyê mirovan tê xetereyê." 
 
‘EM Ê GILÎ BIKIN' 
 
Bakî Duzgun jî, diyar kir ku tê rêza dewletê ji bo xaka wan û navendên wan ên baweriyê tune ye û xwezayê tune dike. Duzgun got: "Li Dersimê di salênd awî de nexweşînek berbelav bûye. Dewlet daristanên me, çiyayên me û navendên me yên baweriyê tune dike. Ev cihê ku stasyona bazê lê ye navenda me ya baweriyê bû. Ev yek tesîrê li mirovan dike. Em dixwazin demildest bê rakirin." 
 
Duzgun, anî ziman ku çend roj şûnde ew ê tevî gundiyan giliyê stasyonên bazê bikin. 
 
Keyayê berê yê gund Alîşan Arslan jî, destnîşan kir ku divê demildest stasyona bazê bê rakirin. Arslan, bilêv kir ku gundî ji vê yekê ne razî ne û got: "Wexta gund vala bûye hatine çêkirine. Bi vê navenda baweriyê jî tunekirin. Ev yek me diêşîne. Hevdîtinên me yên bi gundiyan re didomin. Çend roj şûn de ji bo bên rakirin em ê tev bigerin." 
 
ENDAMÊ MECLÎSÊ: EZ Ê PÊŞNIYAZNAMEYÊ BIDIM 
 
Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr a Pulumuriyeyê Huseyîn Arslan jî, diyar kir ku gundî stasyona bazê naxwazin û got: "Pençeşêr li hevjîna min û diya min tevde peyda bûye. Wisa bawer dikim ku ji ber radyasyona vê stasyona bazê ye. Fêkî û zebzebên me hemû tesîrê ji radyasyonê digirin. Loma divê demildest bê rakirin. Di meha Mijdarê de dê civîn çêbibe û ji bo stasyona bazê bê rakirin ez ê pêşniyaznameyê bidin şaredariyê." 
 
MA/ Semra Turan