Li Îzmîrê 8 kes hatin berdan

  • rojane
  • 15:30 12 Cotmeh 2018
  • |
img
ÎZMÎR – Li Îzmîrê 8 kesên bi boneya beşdarî merasîma cenazeyê ji avakarên TKÎP’ê Teslîm Demîr bûn hatibûn binçavkirin hatin berdan. 
 
Ji avakarê Partiya Karkerên Komunîst a Tirkiyeyê (TKÎP) Teslîm Demîr li Elmanya jiyana xwe ji dest dabû û di 7’ê cotmehê de li navçeya Buca ya Îzmîrê bi merasîmekê hatibû definkirin. 8 welatiyên bi hinceta beşdarî merasîmê bûne û “Propaganda rêxistinê kirin e” hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li emniyetê Bîrol Kutoglu, Kardelen Yogungan, Hasan Benlî, Atakan Aytekîn, Fatma Alokmen, Ekîn Guçlu, Ugur Acar û kesek navê wî nehat zanîn dadgehê û piştî îfadeyên li vir bi şerta kontrola edlî hatin berdan.