Li gundê Çemê Elîkê operasyon didome

  • rojane
  • 15:13 12 Cotmeh 2018
  • |
img
AMED – Walîtiya Amedê her çiqas ragihand ku operasyona li Licê û Hênê bi dawî bûye jî lê li gundê Çemê Elîkê opearsyon dewam dike û gund di dorpêça eskeran de ye. Hat zanîn ku kesek li gund hat binçavkirin. 
 
Walîtiya Amedê dş 4’ê cotmehê de “qedexeya derketina kolanan” li 65 gund û mezrayên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê îlan kiribû û operasyona eskerî li dar xistibû. Walîtiyê duh ragihand ku qedexe bi dawî bûye û gotibû ku operasyon jî temam bûye. Lê li gel vê daxuyaniya walîtiyê jî li herêmê operasyon didome. Operasyon li derdora gundê Çemê Elîkê yê bi ser navçeya Licê ve pêk tê û yekîneyên taybet digerin. Li gundê Çemê Elîkê welatiyek bi navê Çetîn îro ji aliyê eskeran ve hat binçavkirin.