Kesek li Balafirgeha Dîlokê hat binçavkirin

  • rojane
  • 10:56 12 Cotmeh 2018
  • |
img
RIHA - Zelîha Yalçin a ji bo biçe Îsvîçre çû Balafirgeha Dîlokê hat binçavkirin. 
 
Zelîha Yalçin a berî 20 rojan ji bo betlanê ji Îsvîçre hat navçeya Xelfetî ya Rihayê, piştî betlanê xwest vegere Îsvîçre. Yalçin a ji bo biçe Îsvîçre çû Balafirgeha Dîlokê, di nuqteya kontrolê de hat binçavkirin. Yalçin a hinceta binçavkirina wê nehat zanîn, birin Şaxa TEM’ê ya Dîlokê.