Rojnameger Yilmaz û Akbaş ên nelirêtî kir nûçe derketin dadgehê

  • rojane
  • 14:58 21 Îlon 2018
  • |
img
WAN - Rojnameger Îdrîs Yilmaz û Erhan Akbaş ên nûçeyên nelirêtiya Qeyûmê Ercişê Mehmet Şirin Yaşar kirin nûçe û doz li wan hat vekirin derketin pêşberî dadger. Rojnamegeran diyar kirin ku nûçeyên wan çêkirine ne sûce, yên nelirêtî kirine sûc e û xwest qeyûm bê darizandin. 
 
Rojnameger Îdrîs Yilmaz û Erhan Akbaş ên nûçeyên nelirêtiya Qeyûmê Şaredariya Erdîşê Mehmet Şirin Yaşar çêkirin û ji ber vê yekê doz li wan hatibû vekirin hatin darizandin. Yekemîn danişîna Rojnameger Îdris Yilmaz û Erhan Akbaş li 2'yemîn Dadgeha Asliye Ceza ya Erdîşê pêk hat. Di danişînê de rojnameger Erhan Akbaş amade bû. Îdris Yilmaz jî Girtîgeha Hêjmar 1 a Ewlehiya Bilind a Xerpêtê bi riya SEGBİS'e tev li danişînê bû. Yilmaz û Akbaş bi îdîaya heqaret li Qeyûm kirine hatin tawanbarkirin. Dozger nûçeyên Yilmaz ên “Qeyûm li Erdîşê zeviyên şaredariyê derxistin îhaleyê û firotinê", "Logoya Şaredariya Erdişê ya nû hat dizîn", "Li Erdîşê bêtehamuliya li dijî tabelaya kurdî didome", "Qeyûm li Erdîşê dîtina rengê jinê tune dike" û "Li Şaredariya Erdîşê qirkirina karkeran didome" wekî heqareta li dijî qeyûm hat pênasekirin. 
 
'ROJNAMEGERÎ NE SÛC E'
 
Piştî nasname hatin tespîtkirin û îdîaname hat xwendin, Rojnameger Îdrîs Yilmaz parastin kir û got "Rojnamegerî ne sûc e. Çapemenî azad e, Rojnamegerî ne sûc e. Karê çapemeniyê ewe ku bûyerên di nava civakê de bûn xwedî bertek bide xuyakirin û rexne bike. Li gorî rêgeza bêalîtiya rojnamegeriyê divê nerîna aliyan bê stendin. Li şûna Mehmet Şirin Yaşar bersîva telefona me bide me, telefona me asteng kir û bersîv neda. Me tu aliyê ku şaredar reş bikin nekir. Em rojnameger in û ne sucdar in."
 
Rojnameger Akbaş jî parastin kir û wiha got: "Em rojnameger in û hemû nûçeyên me çêkirine ji bo berjewendiyên cemaweriyê ne. Em li pişt hemû nûçeyên xwe ne." Piştî parastina rojnamegeran heyetê doz taloqî 14'e mijdara 2018'an kir.