Parêzeran ji bo Leyla Guven bê berdan serlêdan kirin

  • rojane
  • 14:16 21 Îlon 2018
  • |
img
AMED - Piştî parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu hat berdan, parêzerên Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven  ji bo berdana Guven serlêdan kirin. Prz. Reyhan Yalçindag, diyar kir ku ligel biryara emsal hêj Guven girtî ye û neberdana Guven biryara siyasî ye. 
 
Dadgeha Bilind ji bo Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglu yê di çarçoveya doza TIR’ên MÎT’ê de ceza lê hat birîn, biryara berdanê da. Dadgeha Bilind, bi hinceta Berberoglu ji Daîreya Cezayê 2’yemîn a Dadgeha Edlî ya Herêmê ya Stenbolê dîmenên TIR’ên MÎT’ê ji bo Can Durdar birine, 5 sal û 10 meh cezayê girtîgehê erê kir. Lê Dadgeha Bilind, biyara heya parlamenteriya Berberoglu bi dawî bibe, cezayê wî bê taloqkirin da. Piştî biryarê Berberoglu ji Girtigeha Maltepe derket. Piştî Berberoglu, parêzerên parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven serî li dadgehê dan. Parêzerên Guven ji bo Leyla Guven serî li dadgeha bilind dan. 
 
Parêzera Guven Reyhan Yalçindag diyar kir ku muwekîla wê Leyla Guven ji 31'ê çileya 2018'an de girtî ye. Yalçindag, xwest berdana Berberoglu werî biryara emsal bê dîtin û Guven jî bê berdan. Yalçindag, serî li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê da û berdana Guven xwest. Yalçindag, anî ziman ku Guven li dijî qanûn, hiqûq û Qanûna Bingehîn girtî ye û xwest muvekkila wê bê berdan. Yalçindag, anî ziman ku heta niha girtina Guven biryarek siyasî ye û ger ku neyê berdan li dijî xala 67'an a Qanûna Bingehîn e. Yalçindag, da zanîn ku dîsa li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewpora (DMMP) ye. Yalçindag, destnîşan kir ku girtina Guven mudaxaleya vina gelê Colemêrgê ya siyasî ye.