HDP’ê ji bo kesê hat gotin “Ji ber tiryakê hat girtin’ daxuyanî da

  • rojane
  • 13:43 21 Îlon 2018
  • |
img

MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê, derbarê Hevserokê navçeya Stewrê Yedîbela Kizilkaya yê berê yê jî bo wî hat gotîn “Ji ber tiryakê hatiye girtin” de daxuyanî da û got: “Kizilkaya berê hatibû îxraçkirin.” 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê, derbarê nûçeya bi sernavê “Serokê Navçeya HDP’ê ya Stewrê Yedîbela Kizikaya di operasyona  tiryakê de hat girtin” di weşanên çapemeniyê de duh hat serwîskirin de, daxuyanî da û bertek nîşan da. Daxuyanî li avahiya partiyê hat lidarxstin. Hevserokên HDP’ê yên Mêrdînê Salî Alî Sîncar û Eylem Amak, daxuyanî da û diyar kirin ku wan biryara derbarê  Kizilkaya yê navê wî di nûçeyan de derbas dibe, dabûn ji raya giştî re parve kiribûn.  
 
‘LI DIJÎ RÊZIKNAMEYA PARTIYÊ TEVGERIYA, HAT ÎXRAÇKIRIN’
 
Amak, anî ziman ku bi nûçeyên wiha dixwazin partiya wan bixin hedefê û wiha got: “Di 11’ê Îlonê de Kizilkaya ji partiyê hat îxraçkirin. Ji ber kirînên Kizilkaya derbarê wî de îxraça bê dem hat dayîn. Di encama vê yekê de, di pêvajoya   kongreyê de ev biryar hatibû dayîn.”