Rojnamegerê Avusturyayî Zirngast bê delîl girtin

  • rojane
  • 12:11 21 Îlon 2018
  • |
img

ENQERE - Rojnamegerê Avusturyayî Max Zirngast ku di 11'ê Îlonê de li Enqere hatibû binçavkirin li gel Mithatcan Turetken û Hatice Koz hatin girtin. Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Murat Yilmaz, diyar kir ku bêyî delîlan pêşkêş bikin Max Zirngast girtin. 

 
Rojnamegerê Avustruryayî Max Zirngast ku di 11'ê Îlonê de li gel Hatice Koz, Burcu Pekdemir û Mithatcan Turetken hatin binçavkirin, piştî 10 rojan sewqî dozgeriya komarê ya Enqereyê kirin. Dozger bi daxwaza girtinê 4 kes sewqî Dadgeha Sulh Ceza ya Enqereyê kirin. Heyat dadgehê jî piştî li Îfadeya 4 kesan guhdar kir, ji 4 kesan Koz, Turetken û Rojnameger Zirngast girtin. Burcu Pakdemîr jî serbest berdan. 
 
'ME DOSYA NEDÎT' 
 
Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Enqere ku bi KHK'ê hat Murat Yilmaz, diyar kir ku bêyî delîlan pêşkêş bikin Max Zirngast girtin. Yılmaz, anî ziman ku ji ber der barê dosyayê de biryara veşartinê hebû, wan naveroka dosyayê nedit û wiha got: "Dema polîsan bi ser mala muwekilên me de girtin, pirtûkên aydî Hikmet Kıvılcimli li malê hatin dîtin. Dîsa di bin çavan de xebatên der barê Hewldanên Partiya Azadiya Civakî û Kader Ortakkaya ya di 6'ê Mijdara 2014'an de li ser sînorê Kobanê ji aliyê eskerên TSK'ê ve hat kuştin pirsîn.  Di bin çavan de ji rojnameger Max Zirngast der barê nivîsên pirtûka Hikmet Kivilcimli û kovara Kivilcim pirsî. Max rojnameger e û ji Almani wergerî tirkî dike. Ji bo girtina wî delîlek jî nîşan nedan."
 
Yılmaz, anî ziman ku darazê her tiştên zagonî wekî dijzagonî nîşan dide û hemû titan wekî ne qanûni nişan dide. Yilmaz, da zanîn ku tu sûc û delîlên ku bibe sedema girtina muwekilê wan tune ye. Yilmaz, anî ziman ku ew dê di demek kin de li dijî gritina Zirngast û kesên din ên li gel wî hatin girtin îtîraz bikin. 
 
MA / Berivan Altan