‘Kamera girtin û girtî derp kirin’

  • rojane
  • 10:54 21 Îlon 2018
  • |
img
XARPÊT - Gardiyenên Girtîgeha Hejmara 2 a Ewlekariya Bilind a Xarpêtê, kamera girtin û 6 girtiyên dinavê de kesên kal jî heyîn derp kirin û kirin odeyên yek kesî. 
 
Îşkence, mûameleya xarab û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Xarpêtê bi dawî nabin û her roj bi van pêkanîna dikeve rojevê. Girtiyên bi armanca hişyarkirinê di 12’ê Îlonê de ji bo sê rojan çalakiya greva birçûbûnê pêk anîn, ji aliyê gardiyenan ve hatin derp kirin û kirin odeyên yek kesî de. Girtiyan di hevdîtina gertî de ji malbatên xwe re gotin, komek ji 10 gardiyena pêk hat êrîşî 6 girtiyan kirin û heqaret li wan kirin. 
 
KAMERA GIRTIN Û GIRTÎ DERP KIRIN 
 
Girtiyan derbarê bûyerê de ev agahî bi malbatên xwe re parve kirin; “Girtiyên li dijî şert û mercên xerab ên di girtîgehê de dirûşme berz kirin, lê rastî êrîşa gardiyenan hatin. Gardiyenan kamera girtin û girtî derp kirin. Girtiyên kal ên dinava girtiyan de jî derp kirin. Girtî dure kirin odeyên yek kesî. Em tim rastî gef û êrîşan tên. Faliyetên sporê û pêdiviyên nava baxçeyê hatine sînordar kirin. Bi awayekê keyfî dinava hefteyekê de rojekê me derdixin qada sporê û rojekê dinava hefteyek din de jî, me derdixin baxçe.” 
 
Girtiyan, destnîşan kirin ku bi armanca “teslîm girtin û çavtirsandinê” van mûameleyên xerab li dijî wan dikin û peyama ewê tu carî li hemberî êrîşan serî ne tewînin dan.  
 
Li aliyê din, malbatên girtiyan dê îro biçin Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û ji bo girtiyan serlêdan bikin.