8 sal û 9 meh ceza li Hevşaredarê DBP'î yê Norşînê birîn

  • rojane
  • 10:26 21 Îlon 2018
  • |
img
BEDLÎS - Heyeta dadgehê li Hevşaredarê Norşînê ya Bedlisê Mehmet Emin Ozkan bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 8 sal û 9 meh ceza birîn. 
 
Serdozgerê Komarê yê Bedlisê der barê Hevşaredarê DBP'î yê Norşîna Bedlisê Mehmet Emîn Ozkan de lêpirsîn dabû destpêkirin. Li ser lêpirsînê Ozkan di 18'ê Mijdara 2016'an de hat binçavkirin û di 25'ê Mijdara 2016'an de hat girtin. Danişîna doza biryarê duh li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlîsê hat dîtin. Ozkan, ji Girtîgeha Tîpa L a Rîzayê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû. Piştî parastinê heyeta dadgehê duh birar da û li Ozkan, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" li Ozkan 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birî.