Şaredariya AKP'î: We dengê xwe daye HDP'ê, bila HDP rêya we çêke

  • rojane
  • 09:18 21 Îlon 2018
  • |
img

RIHA – Şêniyên gundê Kersanê yê Pirsûsê, diyar kirin ku ji ber li gundê wan 98 deng ji bo HDP'ê derketine, rêya gund û qenalîzasyonên wê nayên çêkirin. Keyayê gund Ferîdûn Ceyran, diyar kir ku rayedarên Şaredariya Mezin a Rihayê jê re gotine: "We dengê xwe daye HDP'ê. Nexwe bila HDP were û rêya we çêbike." 

Rê û qenalîzasyonên gundê Kersan  girêdayî navçeya Pirsûs a Rihayê anyên çêkirin. Keyayê gund Ferîdûn Ceyran, bilêv kir ku xizmeta gundên li derdorê tê kirin, lê ji ber ku di hilbijartinê de 98 dengên gundê wan ji bo HDP'ê derketine xizmeta gundê wan nayê kirin. 
 
‘WE DENGÊ XWE DAYE HDP'Ê, BILA HDP ÇÊBIKE'
 
Keyayê gund Ceyran destnîşan kir ku bi salan e rêya gundê wan nayê çêkirin û 8 meh in jî pergala qenalîzasyonê ya gund rûxiyaye. Ceyran, diyar kir ku ji bo pirsgirêkên gundên wan bên çareserkirin wan serî li Qeymeqamtiya Pirsûsê, Şaredariya Mezin a Rihayê û Şaredariya Pirsûsê daye û got: "Her ku çûm digotin 'temam', lê tiştek endikirin. Ji ber pergala qenalîzasyoê etqiya bû êdî av derdiket derve. Ev av dibû sedema nexweşînan. Xizmeta gundên li derdorê dikin, lê ya me nakin. Koordînatorê Pirsûsê yê Şaredariya Mezin a Rihayê, piştî hilbijartin 24'ê Hezîranê bi telefonê li min geriya got 'We dengê xwe daye HDP'ê. Nexwe bila HDP were rêya we çêbike.'" 
 
‘JI BO ÇI XIZMETA TAXA ME NAKIN?' 
 
Şêniyê gund Mehmet Akdag jî got: "Ji bo çi xizmeta gundê me nakin. 4-5 sal e rêya em wiha ye û 8 meh in jî qenalîzasyon wiha ye. Êdî ji ber bêhna genî û kelmêşan em nikarin îdare bikin. Keya jib o vê tev digere, lê tu sazî tev nagerin. Herî zêde jî xirabûna rê tesîrê li me dike. Zivistanê xwendekar bi zorê diçin dibistanê. Ji ber rê xirabe ye, xwendekar zûtir şiyar dibin. Eger zû şiyar nebin dê derneg bimînin. Zivistanê rê herî ye, havînê jî toz. Meha borî ez bi xwe çûm qeymeqamtiyê. Gotin, em ê çêbikin lê hîn jî tiştek nekirine. Şaredariya Mezin ger niakribe rêya gundekî çêbike, pir eyb e."