RIHA - Li Navçeyên Serêkaniyê û Pirsûs yên Rihayê 7 kes hatin binçavkirin.
Polîsan li naveya Serêkaniyê ya Rihayê bi ser gelek malan de girtin û Îsa Dokmen, Nacî Timurtaş û 4 kesên navên wan nehatin zanîn binçavkirin. Li Navçeya Pirsûs a Rihayê jî polîsan bi ser mala Fidel Gumuş de girtin û li malê binçavkirin. Welatiyên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin midûriyeta polîsan a Rihayê.