MÊRDÎN - Êrîşa bi roket li dijî Midûryeta Polîsan a Navçeya Mehsertê pêk hat. Hat diyar kirin ku di êrîşê de tiştek bi kesekê nehatiye û piştî êrîşê li herêma nêzî Midûryeta Polîsan operayonê destpê kir.
Di saetên serê sibê de, êrîşa bi roket li dijî Midûryeta Polîsan a navçeya Mehsertê ya Mêrdînê pêk hat. Hat diyar kirin ku di êrîşê de tiştek bi kesekê nehatiye û piştî êrîşê li herêma nêzî Midûryeta Polîsan operayona leşkerî hatiye destpêkirin. Hat zanîn ku 2 wesayîtên li baxçeyê Midûyeta Polîsan zirar dîtin.
Midûrheta Polîsan û qeymeqamê navçeya Mehsertê heya niha derbarê bûyerê de tu daxuyanî nedane.