Artêşa Iraqê rê nadin gel tevlî merasîma Şengalî bibin

  • rojane
  • 15:54 18 Tebax 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Iraqê rê nade gelê Bakurê Sûriyeyê tevlî merasîma endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî bibin.

Bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriye ji bo tevlî merasîma cenazeyê Şengalî bibin, bi rê ketin; li Şengalê ji aliyê artêşa Iraqê ve li nokteyek kontrolê hatin astengkirin. Dî hevdîtina li gel rayedarên Iraqî ya şeva Înê ku ji bo merasîma Şengalî, îro bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê saet 15:00’an ji bo tevlî marasîmê bibin birê ketin. Hate diyarkirin ku rê nayê dayîn derbas bibin. Bi hezaran kesên ku ji bo tevlî merasîma cenaze bibin ji gelek deverên Bakurê Sûriyeyê birê ketibûn, li benda kontrolê ya li Gola Xatûna ya li Şengalê ji aliyê artêşa Iraqê ve hati nastengkirin. Di hevdîtinên li benda kontrolê ya bi rêveberan re hate kirin, rêveber dan xuyakirin ku fermana rênedayîna gel ku derbas bibin ji Bexdayê girtine. Bi merasîmeke girseyî wê cenazeyê Şengalî bê veşartin. Ji bo tevlî merasîmê bibin ji Rojavaî Bakurê Kurdistan û Mexmûrê bi hezaran welatî bi rê ketin.