Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê: Girtiyê nexweş Sevmiş serbest berdin

  • rojane
  • 15:00 18 Tebax 2018
  • |
img

ÎZMÎR – Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên windayan li Îzmirê di hefteya 444'an de çalakiya xwe ya heftena berdewam kirin û xwestin girtiyê nexweş Giyasettin Sevmiş serbest bê berdan. 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê û Xizmên windayan, di hefteya 444'an de çalakiya “Bila winda bên ditin û kujer bên darizandin" li pêş Avahiya Serokwezîriyê ya navçeya Konakê berdewam kirin. Şaxa ÎHD'ê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Giyasettin Sevmiş. Di çalakiyê de xizmên windayan, aktîvîstên mafên mirovan, rêveberên HDP'ê û MecLîsa Dayikên Aştiyê amade bûn. Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmirê Ahmet Çiçek daxuyanî da û xwest girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş bê berdan. Çiçek, anî ziman ku Sevmiş ji ber nexweşiya Herediter Spastik Paraparezi (HSP) nexweşê doşekê ye û nikare bi tena serê xwe bijî. Çîçek, ji malbata Selahattin Aytek ê 2015'an de li Amedê hat berdan û niha jiyana xwe ji dest daye sersaxî xwest. Çîçek, da zanîn ku niha girtî bi awayekî tazî rastî lêgerîna tazî tên û mafê wan ê ragihandinê ji destê wan tê girtin. 
 
Çiçek, da zanîn ku niha  zêdeyî 400 girtî nexweşên giran in û yek ji wan Gıyasettin Sevmiş e. Çîçek, bilêv kir ku Giyasettin Sevmiş, di sala 2007'an de li Colemêrgê hat girtin û rastî 18 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat û li Girtîgehên Wan, Mûş, Gumuşhane û Sîncana Enqereyê ma. Nina li Girtîgeha T4 ya Şakranê te girtin. 
 
Çiçek,  bilêv kir ku Sevmiş, bi nexweşiya fatreşk, mejî û çavan e di asta zêde de sifir di bedena wî de kom bûye û wiha got: "Sevmîş li girtîgehê bi nexweşiya Wilsonê ket. Ev nexweşî ji ber xwarina nebaş pêş dikeve. Dîsa di nava şertên qirêj de pêş dikevin. Sevmiş ji bo bê dermankirin pêdivîya wî bi dermanê 'Metalcaptese' heye. Di 11'ê Adara 2014'an de ji Nexweşxaneya Perwerdehî û lêkolînê rapora "Nikare li nexweşxaneyê bimîne" girt. Lê niha nikare bê derman kirin û nikare li gorî pêdiviyên xwe derman û xwarinê bixwe. Nikare xwe xwedî bike. Em dibêjin ji bo Gıyasettin Sevmiş bê derman kirin divê bi lez bê berdan." 
 
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.