Kofî Annan jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 13:57 18 Tebax 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê Giştî yê berê yê NY, ê layîqî xelata Nobelê hatibûn dîtin Kofî Annan ê 80 salî,  jiyana xwe ji dest da. 
 
Sekreterê Gîştî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê layîqî xelata Nobelê hatîbû dîtîn Kofî Annana ê 80 salî jîyana xwe jî dest da. Nûçeya mirina Annan ku Reutersê nûçe spartiye xizmên Annan, ji hêla diplomat û weqfa Annan ve hat ragihandin. Hat diyar kirin ku Annan li nexweşxaneya Bernê ya paytexta Swîsreyê jiyana xwe ji dest da. 
 
Kofî Annan ê di 1938’an de li herêma Kumasî ya Ganayê hat dinê, di navbera salên 1997-2006’an de Sekreteriya Giştî ya NY’yê kir. Annan di 2001’an de, ji ber xebatên wî yên ji bo cîhanek hîn zêdetir rêxistinkirî û bi aştiyê, layîqî Xelata  Aştiyê ya Cîhanê ya Nobelê hatibû dîtin.