Ji malbata xwe 5 kesan kuşt

  • rojane
  • 12:04 22 Tîrmeh 2018
  • |
img
SEMSÛR – Welatiyê bi navê Salih A. ji ber parvekirina erd bi malbata xwe re ket nîqaşê û ji malbatê 5 kesî bi demançê kuşt. Piştî Salih A. Piştî kuştina xizmên xwe xwest xwe jî bikuşe.
 
Li gundê Egerlî yê navçeya Besnî ya Semsûrê Welatiyê bi navê Salih A. ji ber parvekirina erd bavê, xwe, kekê xwe, hevsera kekê xwe û 2 biraziyên xwe bi demançê kuşt. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin ji ber parvekirina erd Salih A. bi bavê xwe û kekê xwe re dikeve nîqaşê û paşê bi demançê êrîşê wan dike û hemûyan bi hev re dikuje û piştî vê yekê dixwaze xwe jî bikuje.
 
Piştî bihîstina bûyerê cendirme û ekîbên tendurîstiyê hatin gund û cenazeyan û Salih A. ku bi giranî birîndar bû, bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Ji ber bûyerê cendirmeyan rêyên têketin û derketina gund girtin û der barê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.