Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin

  • rojane
  • 09:37 22 Tîrmeh 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin. Pêşbirka ku ji beşên “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên Kurdî”, “Wên (Wêneyên Nûçeyan)”, “Karîkatrr” ve “Nûçeyên Jinê” pêk tê dê ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve organîzekirin.
 
Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ku dê îsal cara 26’emîn bê lidarxistin, dest pê kirin. Pêşbirka ku dê ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve bê lidarxistin, serlêdan heta 10’ê îlonê jî dikarin bên kirin. Pêşbirka ku ji “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên Kurdî”, “Wên (Wêneyên Nûçeyan)”, “Karîkatur” ve “Nûçegihantiya Jinê” pêk tê, dê encamên wê jî di 18’ê îlonê de bên eşkerekirin.
 
Şartnameya pêşbirkê ku ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve hatiye weşandin wiha ne;
 
ŞARTNAMEYA XELATÊN ROJNAMEGERIYÊ 
YÊN ŞEHÎDÊN ÇAPEMENIYA AZAD Û MUSA ANTER A 2018'AN
 
Rojnameya Yenî Yaşam îsal ji bo Musa Anter û xebatkarên çapemeniya azad ên li ser kar şehîd ketin, pêşbirga “Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniyê û Musa Anter” a her sal tê amadekirin li dar dixe.
Zimanê pêşbirgê bi kurdî û tirkî ye. 
Pêşbirk di 5 kategoriyên cuda yên ‘Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, "Nûçegihantiya Jinê ya Gurbetellî Ersoz" “Wêneyê Nûçeyan” û “Karîkatûr” de tê lidarxistin.  
Di her kategoriyê de tenê xelatek tê dayîn. Kesê dibe yekem xelatê digire. Ku jurî guncav bibîne dikare xebatên serkeftî bi rûmetdariyê binirxîne.  
Beşdar tenê dikare di kategoriyekê de û bi berhemekî beşdar bibe. 
Ji bo her beşê xelata berhemê 5.000 TL ye.
Nirxandinên têkildarî kategoriyan li gel xebatên rasterast ji pêşbirkê re hatine şandin, dê pêşniyarên lijneyên pêşnimandinê jî liber çavan bên girtin û wisa bên kirin
Berhemên hatine şandin paşve nayên dayîn û dê karibin di rojnameyê de bên şewandin.
Divê berhem herî dereng di 10’ê îlona 2018’an de bên şandin. Berhemên ku hêjayî xelatê bên dîtin, dê di 18'ê îlona 2018'an de bên aşkerakirin. 
Pêwiste ku berhem bi rêya PTT, APS, kargo an jî bi awayek tahaûdî bêne şandin. Ji windabûna berhemên ji bilîvan rêyan, birêyek din hatibinşandin winda bibin, berpirsyar kesê ku berhem şandiye ye.  
 
ŞERTÊN TEVLIBÛNÊ  
 
* Hemû kesên şert û mercên di şertnameyê de hatine diyarkirin bicih bînin, dikarin tevli pêşbirkê bibin.  
 
* Endamên juriyê (sala di lijneya juriyê de bin) û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşam nikarin tevli pêşbirkê bibin. Berhemên ji pêşbirkê re tên şandin dê an nehatibin weşandin û an jî piştî 10’ê îlona 2017’an hatibin weşandin.  
 
* Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di pêşbirkek din de xelat û mansiyon negirtine tevli pêşbirkê bibin.  
 
* Ku derkeve holê xelatê berhemê di pêşbirkek din de mafê xelat, mansiyon û pêşandanê girtiye, dê der barê beşdar de biryara binpêkirina pîvanan bê dayîn û xelat dê bê betalkirin. Ku xelat hatibe girtin, divê beşdar xelatê paşve bide. Ev rewş ji bo beşdarên din tu mafên nû dernaxe holê. 
 
* Ger beşdar berhema ku aydî wî/ê nîne wekî aydî xwe bide nîşandin, hemû hewldanên xapandin û di bin bandorê de hiştina juriyê bên tespîtkirin, dê ji aliyê juriyê der barê beşdar de biryara şertên tevlibûnê binpêkiriye bê dayîn.  
 
* Hemû beşdar ku berhemên xwe bi şînin pêşbirkê ev tê wê wateyê ku şertên tevlibûnê qebûl kirine. Kesên ku şertên tevlibûnê neynin cih, ji pêşbirkê tên derxistin. 
 
* Ku berhem nehatibeweşandin, pêwist e ku navê berhemê, cih û demakişandin/xêzkirina wê, ku hatibe weşandin jî, rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV’a tê de hatiye weşandin, dema weşandinê û kopiyek berhemê ya ji van weşanan hatiye girtin bê şandin.  
 
* Beşdar divê kurtejiyan, navnîşanên ragihandinê û agahiyên der barê berhemê de wekî nivîsek bixin nav dosyayê û bi wêneyekî (1) bixin dosyaya serlêdanê. 
 
Beşên Nûçeyên Kurdî  Nûçeyên Tirkî û Nûçeyên Jinê:
 
* Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, jiyan û civak, çand û huner, spor û hwd tevli pêşbirkê bibin.  Pêwiste nûçe wekî 5 (pênc) nûsheyan bê amadekirin û şandin.  
 
Wêne: 
 
* Pêwist e ku bi etîketekê navê berhemê li ser quncikê jêr ê çepê yê berhemê bê nivîsandin. 
 
* Divê berhemên ku di kategoriya wêneyê de tên şandin, ji aliyê ebatî ve wiha bin: Aliyê kin herî kêm 2000 pîksel, dahûraneriya wê 300 dpî û asta şidandina wê12 be.  
 
* Ku jurî pêwîstî bibîne, dikare ji beşdaran orjînala (Raw) wêneyê jî bixwaze. 
 
* Wêneyê li ser hatiye lîstin û reseniya wê (ji bilî ronahî, reng û eyarên kontrastê) hatiye xirabkirin dê li ber çavan neyên girtin.  
 
Karîkatûr: 
 
* Pêwîst e ku li ser quncikê çepê yê milê piştê yê karîkatûrê bi etîketekê navê berhemê bê nivîsandin.  
 
* Xêzker di bikaranîna teknîkê de serbest e. Lê divê berhem orjînal be. Bi şertê ku hunermend îmze bike (îmzeya şil) dikare berhemên dijîtal jî bişîne.   
 
*Pêwîst e ku ebadên karîkatûrê A4 (21x29.7cm) herî zêde A3 (29.7x42cm) bibe. Divê berhem li ser tu zemînan nehatibe zeliqandin. 
 
LIJNEYA HILBIJARTINÊ 
 
Nûçeyên Tirkî : Huseyîn Aykol, Candan Yildiz, Fatîh Polat, Faruk Eren, Îbrahîm Varli.
Nuçeyên Kurdî : Reşat Sorgul, Suna Tunç, Ramazan Umar, Semîha Alankuş, Mehmet Alî Ertaş.
Nûçeyên Jinê : Burcu Karakaş, Nevîn Cerav, Dîcle Muftuoglu, Derya Ceylan, Ayşe Oyman. 
Wên:                             : Mustafa Seven, Abdurrahman Gok, Ozcan Yaman, Ramazan Ozturk, Nazmî Belge. 
Karîkatur                   : Dogan Guzel, Îmam Cîcî, Sefer Selvî, Rewhat Arslan.
 
Web : yeniyasamgazetesi.com
E-Posta : yeniyasamgazetesi@gmail.com
Telefon : 0 212 252 83 99
Fax             : 0 212 252 83 90
Adres : Şehit Muhtar Mahallesi Bekar Sokak No: 7/3 Beyoğlu/İstanbul
 
Weşanên ji çanda Çapemeniya Azad tên ji sala 1993’yan heta niha Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter didin. Xelat îsal ji hêla Rojnameya Yenî Yaşam ve tê dayîn.