Şêwaza kuştina li Efrînê: Dest û ling jê dikin û dikujin

  • rojane
  • 09:15 22 Tîrmeh 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Komên OSO yên girêdayî TSK’ê ku li Efrînê, bi her cureyî îşkencê li sivîlên Efrînê dikin, bi şêwazek îşkenceya nû dest û lingên welatiyan jê dikin û qetil dikin. Pêkanîna endamên OSO kiryarên DAIŞ’ê bi bîra mirovan dixe. Hat zanîn ku OSO bi hezaran darên zeytûnan li Meydankê û Racoyê şewitandin. 

 
Pêkanîn û îşkenceya dij mirovane ya komên Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) yên girêdayî Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ku Efrînê dagir kirin didomin. Bi van pêkanîna re dest bi guhertina demografiya herêmê kirin. Her wiha bi hezaran donim erd, zevî, bexçe û daristanên zeytûnan ên navçeyên Efrînê şewitandin. Hat zanîn ku di heman demê de tirsê di nava gel de belav dikin. Herî dawî li gorî çavkaniyên herêmê ragihandin komên OSO teqemeniyan li ser rêya di navbera navçeyên de bicih dikin û bi şêwazê îşkenceyek dij mirovane ling û destên girtiyên di zîndanên di bin kontrola wan de, jê dikin. 
 
DEST BI REVANDINA WELATIYAN KIRIN E
 
Di 12’ê Tîrmehê de TSK û komên OSO yên girêdayî wê bi armancan girtina pereyan welatiyên Efrînê direvînin. Herî dawî 9 welatiyên bi navê Ezet Behrî (60), Cemal Behrî (53), Mihemed Izet (37), Ezîz Şêx Elî (44), Hedî Osman (26), Omer Ehmed Şêx Elî (45), Ehmed Mehmûd (47), Hisên Omer Elûş (52) û Mihemed Mistefa Misto (54) ji gundê Beiyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê revandin.
 
Endamên OSO, welatiyê bi navê Hisên Şêxo (52) ê astengdarê zihnî yê ji gundê Mosaka ya herêma Raco revandin û paşê ew li Geliya Tîra kuştin.
 
DEST Û LINGÊ WÎ JÊ KIRIN Û HEVJÎNA WÎ KUŞTIN 
 
Şêniyên gundê Berad a navçeya Şêrawa ya Efrînê cenazeyê kalepîrê bi navê Hemdî Ebdo dîtin. Çekdarên OSO çend roj berê Ebdo revandibûn û agahî jê qut bibûn. Hat gotin ku çekdarên OSO destek û lingekê Ebdo jêkirin e û ew bi şêwaza recmê kuştin e. Her wiha hat ragihandin ku hefteya bihûrî hevjîna Ebdo, Sultana Xelîl Naso (70) jî di bi îşkenceyê hatiye kuştin. 
 
TALANÊ DIKIN 
 
Çavkaniyan hin bûyer û îşkenceya li herêmê wiha parve kirin: 
 
“Endamên OSO yên girêdayî TSK’ê li navçeyên Raco û Meydankê yên Efrînê bi hezaran donim erd û darên zeytûnan şewitandin e. Çavkaniyan bibîr xist ku OSO binpêkirinên xwe yên li kantona Efrînê bê navber didomîne û di 13’ê tîrmehê de li gundê Xazyana ya navçeya Mabata zêdeyî hezar darên zeytûnan şewitandin. 
 
Çekdarên Firqeya El-Hemzat a girêdayî TSK’ê 4 welatiyên bi navê Hisên Cuma Kirêş (45), Mecîd Ebdo (50), Xeyrî Welîd Umer (27) û Şadî Betal Qedrî (40) ji gundê Basûrî ya navçeya Şêrawa revandin û ew birin cihekê ne diyar.
 
Di 15’ê tîrmehê de Çekdarên girêdayî dewleta Tirkiyê 7 ciwanên bi navê Omer Îbo (25), Hesen Bazo (19), Mihemed Hesen Ibrahîm (23), Welîd Heyder Ilkilo (38), Omer Cuma Eloko (30), Omer Nazo (31) û Ebdo Xoce (35) ji gundê Aysko yê girêdayî navçeya Şêrawa revandin. Ciwanên hatin revandin bi destê çekdarên OSO’yê tên îşkencekirin. 
 
Di 16’ê tîrmehê deArtêşa Tirkiyê û çekdarên OSO li navenda navçeya Mabata ya Efrînê agir berda malên sivîlan.  Artêşa Tirkiyê û çekdarên çete ji aliyê başûrê navçeyê agir berdan malên welatiyan û zêdeyî 15 malên welatiyan şewitandin. 
 
Di 17’ê tîrmehê de Artêşa Tirkiyê û çekdaran li Efrînê 8 welatiyên di nav de jina ciwan a bi navê Fatma Esed Remedan (22) û bavê wê Esed Mihemed Remedan ê (50) hebûn hatin revandin. Navê 6 kesên din nehat zanîn. Ev welatî ji navçeya Mabata ya Efrînê ne û wan birine cihekê nayê zanîn.
 
MAYÎNAN BI WELATIYAN DE DITEQÎNIN
 
Li Efrînê du mayîn teqiyan di teqîna yekemîn de li ser riya di navbera gundên Basûfan û Burc Heyder ên girêdayî navçeya Şêrawa de bi ajokarekî terektorê ji gundê Burc Heyder ve teqiya, di encamê de ajokar birîndar bû. Çavkaniyan destnîşan kir ku piştî şêniyên gund birîndar rakirin û ber bi gundê Basûfan ve diçûn mayîneke din jî bi erebeya wan de teqiya. Li vir jî welatiyek jiyana xwe ji dest da û 3 welatiyên din jî birîndar bûn.
 
Çekdaran welatiyê bi navê Samî Ebdelrehman Hec Xelîl (40) ê bavê 4 zarokan ji navçeya Cindirêsê revandin û di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da.” 
 
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê destnîşan kir ku ciwanê bi navê Ebdilrehman Mihemed Tobal ku ji aliyê komên çekdar ve hatibû revandin û ji ber ku bi awayekî hovane hatibû îşkencekirin wî veguhestine nexweşneyek li Tirkiyeyê. 
 
MA - Erdogan Altan